ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Teqînek li Serêkaniyê pêk hat
Li bajarê Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dewleta Tirk dagir kiriye, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di teqînê de kuştî û birîndar hene. -
'Erdogan wê bi fitneyê nikaribe gelên Sûriyeyê parçe bike'
Eşîrên Reqayî diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide fitneyê bixe nava gelên Sûriyeyê û û destnîşan kirin, Tirkiye dixwaze welatên Ereb hemûyan dagir bike. -
Nerazîbûna li êrişên dewleta Tirk ên li dijî şehîdgehan
Malbatên Şehîdan ên Herêma Efrînê diyar kirin, ku şehîdên Rojavayê Kurdistanê ku hemû cîhan ji terorê DAÎŞ'ê rizgar kirin niha bi destê dewleta Tirk gorên wan tên wêrankirin. -
Li Serêkaniyê gel li dijî tecawiz û revandinan rabûn
Li Serêkaniyê endamên eşîran û gel li dijî tecawûz û revadina li herêmê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan rabûn li ser piyan. Di dîmenên meşa ku du roj berê hatî kirin de gel bertekên xwe tînin ziman. -
Li Hecînê teqîn: 3 sivîl birîndar bûn
Li Hecîna Dêrazorê ji ber teqandina motorbisikletekê 3 sivîl birîndar bûn. -
Dewleta Tirk li Efrînê 11 sivîlên din revand
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser sivîlên li Efrînê didomîne. Dagirkeran li Efrînê 11 sivîlên din revand. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Hejmara nexweşan bû 354 kes. Heta niha 22 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. -
Gelê Minbicê şehîd Cûdî oxir kirin
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Alaa Selma (Ceylan Cûdî), bi merasîmekê ya li Şehîdgeha Minbicê hatibû organîzekirin hate veşartin. -
Patrîktiya Sûriyeyê ji bo Hesekê name ji NY û YE şand
Pêşengê Dêra Ortodoks a Sûriyeyê diyar kir ku qutkirina ava Hesekê ya bi destê dewleta Tirk barbarî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku bila têkevin nav hewldanan. -
Dagirkeran Til Rifat bi obusan bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifat a Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kir. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 47 kes bi vîrûsê ketin
Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di nava 24 saetan de 47 kesên nû bi şewba vîrûsa Koronayê ketine. Hejmara kesên mirine jî gihişte 17’an. -
Osê: Dewleta Tirk êrîş dike, hêzên navnetewî çavê xwe lê digire
Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê bal kişand ku dewleta Tirk li herêmê tevlîheviyê derdixe û bi vê dixwaze di nava gel de parçebûnê çêbike, her wiha diyar kir ku hêzên navneteweyî çavê xwe li êrîşên dewleta Tirk digire. -
HRE'yê nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanekî wan bi qezayekê şehîd bûye. -
Têkildarî krîza Sûriyeyê ceribandineke din a li Cenevreyê
Civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê 24'ê Tebaxê bêyî Kurdan û nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li Cenevreyê dest pê dikin. Hevdîtinên ku wê di salvegera 4'an a dagirkeriya dewleta Tirk de dest pê bikin, dîsa wê têk biçin. -
Şehîdê Erka Xweparastinê Esad Elî spartin axê
Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Esad Elî ku dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, li Dêra zorê şehîd bûbû, li Goristana şehîdan a Til Hemîsê spartin axê. -
Li Efrînê gelek kes hatine revandin
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên Sikûr El Şîmal ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, zêdetirî 10 welatiyên sivîl revandine. -
Di teqîna li Dêra Zorê de fermandarek ê Rûs hate kuştin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di dema derbasbûna konvoyek a Rûsan li Dêre Zorê de mayînek teqiy, di encamê de fermandarek ê Rûs mir, 2 leşker jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk 2 sivîlên din jî revandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Dibse ya Til Temirê 2 sivîl revandin -
Di êrîşa dagirkeran a li Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn
Di encama êrîşa SÎHA’yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên dikevin rojavayê Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 Kurd revandin
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 sivîlên din ên Kurd revandine. -
Dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk a li Idlibê bû hedefa roketan
Li Idlibê di dema dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk de ya li ser rêya M4, teqînekê rû da. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova di 13'ê Tebaxê de diyar kiribû ku wan dewriye rawestandine. -
Li Qamişloyê êrişa hewayî ya li dijî benda kontrolê ya rejîmê
Li bajarê Qamişloyê, balafirên şer ku tê texmînkirin ên koalîsyonê ne li bendeke kontrolê ya rejîmê xistin. Tê gotin ku êrişa hewayî piştî hewldana rejîmê ya ji bo astengkirina konvoya koalîsyonê qewimiye. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: MÎT’ê 3 Efrînî revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da diyar kir ku îstixbarata dewleta Tirk MÎT’ê li Efrînê 3’ê Kurdên sivîl revandin. -
Li gundên Êzidiyan ji bo çeteyan kampan ava dikin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku li gundên Êzidiyên Efrînê ji bo çete û malbatên wan kamp tên çêkirin û polîtîkaya guherandina demografiyê didome. -
Dayîkên Şehîdan ên Kobanê 15’ê Tebaxê silav kirin
Dayîkên Şehîdan ên Kobanê, pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got, “Em ê alayên şehîdên li ser fikrên Rêber Apo hildin jor.”