ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Şehbayê ji bo pêngava ‘Dem dema azadiyê’ meşiyan
Bi hezaran Efrîniyên li Şehbaya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo piştgirîdayîna pêngava KCK'ê ya bi dirûşmeya "Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" meşiyan. -
Gelên Tirbespiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Gelên li navçeya Tirbespiya girêdayî Kantona Qamişloya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li dijî terîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan. -
Teqîna li baregeha Tirk HRE'yê li xwe girt
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) teqîna roja Şemiyê ya li Cindirêsê ya li baregeha Tirk li xwe girt. -
Şervanê QSD'ê Serhed bi merasîmekê hate veşartin
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Remezan Demir (Kortay Serhed) li Dêrikê hate veşartin. -
Li Şehbayê çalakiya li dijî tundiya li jinan
Jin ên Ciwan ên Efrînê, ji ber tundiya li dijî jinan li Şehbayê çalakiye li dar xistin. -
Gundên Şêrawayê di bin topbarana dewleta Tirk a dagirker de ne
Şêniyên gundên Şêrawayê ku rojane dibin hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker, bang li saziyên navneteweyî kirin ku li ber vê êrişkariyê rabin. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 21 kesên din bi vîrûsê ketin
Komîteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, ku di nava 24 saetên dawî de 21 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine. Bi vî rengî hejmara nexweşan bû 840 kes. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan gelek kes revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku polîsên leşkerî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeyên Şiyê û Cindirêsê gelek sivîl revandin. -
Li Efrînê li baregeha artêşa Tirk teqîn-HATE NÛKIRIN
Li Efrînê li gundê Celemê yê Cindirêsê li baregeheke dewleta Tirk a dagirker teqînek pêk hat. -
'Çareseriya Rojhilata Navîn bi rewşa Ocalan ve girêdayî ye'
Siyasetmedar Loqman Caro li ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got çareseriya pirsgirêka Rojava Navîn bi rewaş Ocalan ve girêdayî ye. -
Li Serêkaniyê teqînek mezin pêk hat
Li Çerxerêya Barid a Serêkaniyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di nava çeteyan de teqînek pêk hat. -
Hêzên dagirker ên Tirk li Mabatayê bi dehan sivîl revandin
Hêzên dagirker ên Tirk li navçeya Mabata ya Efrînê avêtin ser malan û bi dehan sivîl revandin. -
Dewleta Tirk li Cindirêsê serokê meclîsa xwe revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê serokê meclîsa xwe ya herêmî revand. -
Şehîd Mihemed El Îsa li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Îsa yê ku doh dema erka xwe şehîd bibû, li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin. -
Li Til Temirê dagirkerî hat protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirk li Til Temirê bi meşekê hate protestokirin. -
Xwendekarên Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Efrînê bi daxuyaniyekê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê şermezar kir. -
Li Girê Spî gel li ber dagirkeriyê rabû-NÛ BÛ
Gel li gundê Salihiyê ya girêdayî Girê Spî, li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hewl dan dest danin ser dibistana gund nerazîbûn nîşan dan. -
Li Til Hemîsê dewleta Tirk hate prostestokirin
Li Til Hemîsa Qamişloya Bakur û Rojhilatê Suriyê, bi meşekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. -
Li Kobanê berxwedana Heftanînê silav kirin
Welatiyên Kobanê bi meşekê berxwedana Heftanînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker silav kirin. -
Li Dêra Zorê şaneyeke DAÎŞ’ê hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li rojhilatê Dêra Zorê şaneyeke ya çeteyên DÎAŞ’ê girt. -
Şehîdê QSD’ê Yunis El-Eramîd li Hesekê spartin axê
Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Yunis El-Eramîd li Goristana Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê spartin axê. -
Sergey Lavrov serdana Şamê kir
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji sala 2012'an û vir ve yekemcar serdana Şamê kir. -
7'emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê pêk hat
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi dirûşma "Felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan misogeriya azadiyê ye" konferansa xwe ya 7'emîn li Şehbayê li dar xist. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 65 kesên din bi vîrûsê ketin
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de 65 kesên din ên bi vîrûsa koronayê hatin tespîtkirin. -
QSD'ê li dijî MÎT'ê operasyon kir: Gelek teqemenî bi dest xist
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gelek cebilxane û teqemeniyên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) bi dest xist. Hate ragihandin ku MÎT'ê amadekariya êrişê dikir, ku tevlîheviyê derxîne.