ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin
QSD’ê ragihand ku di operasyona 21’ê Sibatê ya li dijî şane û noqteyên DAÎŞ’ê yên li Dêrazorê de çete yê bi navê Hisên Newaf El Hisên tevî hejmareke zêde çek û alavên leşkerî hate girtin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê dadgeha parastina Hevpeymana Civakî were avakirin
Meclîsa Gel a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zagona ku di van demên dawî de ji bo avakirina dadgehekê ji bo parastina Hevpeymana Civakî hatibû pêşdîtin, pejirand. -
'Em ê her tim li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser piyan bin’
Ebdilqadir Remî diyar kir ku ew ê her tim li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser piyan bin û got ku dewleta Tirk ji hêza gel û hêza gaziyên şer ditirse, lewma êrîş dike. -
Li Reqayê perwerdeya siwarên hespan
Piştî ku Reqa ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, Klûba Siwarên Hespan a Fîrûsiye di sala 2021'ê de hate restorekirin û malovaniyê ji 150 hespan re dike. Ji bo mirovên di navbera 10-45 salî de perwerdeya siwarbûna li hespê tê dayin. -
Ji bo du şehîdan li Şehbayê sersaxî
Merasîma sersaxiyê ya ji bo şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn û şervanê HRE’yê şehîd Şoreş Efrîn li Wargeha Serdemê hate lidarxistin, bi girseyî hate ziyaretkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê El Kurdî li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD`ê Elî Hemod El Kurdî li Reqayê hate veşartin. Şêniyên Reqayê gotin ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin. -
Li Rojava çalakiyên 21’ê Sibatê: Em xwedî li Kurdî derkevin
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. -
Şagirt û mamosteyên Amûdê: Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin
Şagirt û mamosteyên bajarê Amûdê roja zimanê dayikê ya cîhanî li hemû netewan pîroz kirin û gotin: "Xwedîderketina li ziman, berpirsyariyeke li serê milê me ye. Divê em zimanê xwe ji her qirkirin û çewisandinê biparêzin." -
Rêxistina Stêrk roja zimanê dayikê ya cihanî pîroz kir
Ji bo roja zimanê dayikê ya cîhanê, zarokan destnîşan kir ku ew ê bi zimanê dayika xwe biaxivin û bi zimanê xwe paşeroja xwe ava bikin. -
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kobanê bi daxuyaniyekê hate pîrozkirin. -
Li Şamê êrîşa Îsraîlê: 2 kes mirin
Li Şamê di encama êrîşeke Îsraîlê de herî kêm 2 kes mirin. -
'Em dest ji zimanê xwe bernadin'
Şêniyên Qamişloyê destnîşan kirin ku bi Şoreşa Rojava re êdî ew zimanê xwe bi rengekî azad û dilrehet bi kar tînin. -
Li Efrînê 2 mehan 4 kes hatin kuştin, 94 kes hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ji destpêka salê ve li Efrîn a dagirkirî 4 kes qetil kirin û 94 kes jî revandin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 890 hezar û 680 xwendekar bi zimanê dayikê perwerde dibin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 160 dibistanan 890 hezar û 680 xwendekar bi zimanê dayikê têne perwerdekirin. 41 hezar û 867 mamoste bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwerdeyê didin zarokan. -
Cenazeyên şehîdên HRE û YPJ’ê li Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên Şoreş Efrîn û Şîlan Efrîn li Şehîdgeha Berxwedana Serdemê ya Ehrezê hatin veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bakur Efrîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şervanê YPG’ê Bakur Efrîn (Emîn Hesen Ebdo) ku di 22’ê Çile de şehîd bibû merasîmeke girseyî li dar xist. -
HRE'yê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Şoreş Efrîn di 18'ê Sibata 2024'an de dema li ser erka xwe bû ji ber krîza dil şehîd bû. -
Cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn li Şehbayê bi girseyî hat pêşwazîkirin
Cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn ya ku li Tebqayê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Şehbayê bi girseyî hat pêşwazîkirin. -
Cenazeyên şehîdan li 5 bajaran hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPJ, YPG û QSD’ê ji Hesekê heta Amûdê li 5 bajaran bi merasîmên girseyî hatin veşartin -
‘Bi Rêber Apo re wê tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin’
Yek ji kesên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî Bekir Ceradê wiha got: “Her Kurdek, azadîxwazek û parêzvanên mafên mirovan divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe.” -
‘Şehîd Zelal her tim pêşeng bû’
"Me derbarê şehîd Zelal de li gelek tiştan guhdarî kir. Ew şoreşgera pêşeng a têkoşîna azadiyê û lêgerînera heqîqetê bû, ku li sera xeta azadiyê jinê bû." -
Çeteyên dewleta Tirk kesek revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê ciwanê bi navê Mihemed Hemid Gergiur revandin. -
Mihemed Weys: Bi saya fikrên Rêbertî em bi xwe hesiyan
Rewşenbîrê Ereb Mihemed Weys diyar kir ku ew ji pirtûkên Abdullah Ocalan bandor bûye û got: "Bi saya fikrên Rêbertî em bi gelek tiştan hesiyan ku haya me jê tunebû." -
Rêber, şehîd û şervanên vê şoreşê pîroz in
Azîz Mihemed Ehmed anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şoreşa Rojava û gel nirxekî pîroz e û got, "Rêbertî, şehîd, şervan, gel û xaka vê şoreşê pîroz in." -
Li Minbic û Şedadê ji bo Abdullah Ocalan kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin
Li bajarên Minbic û Şedadê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin.