ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê QSD'ê El Kurdî li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD`ê Elî Hemod El Kurdî li Reqayê hate veşartin. Şêniyên Reqayê gotin ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin. -
Li Rojava çalakiyên 21’ê Sibatê: Em xwedî li Kurdî derkevin
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. -
Şagirt û mamosteyên Amûdê: Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin
Şagirt û mamosteyên bajarê Amûdê roja zimanê dayikê ya cîhanî li hemû netewan pîroz kirin û gotin: "Xwedîderketina li ziman, berpirsyariyeke li serê milê me ye. Divê em zimanê xwe ji her qirkirin û çewisandinê biparêzin." -
Rêxistina Stêrk roja zimanê dayikê ya cihanî pîroz kir
Ji bo roja zimanê dayikê ya cîhanê, zarokan destnîşan kir ku ew ê bi zimanê dayika xwe biaxivin û bi zimanê xwe paşeroja xwe ava bikin. -
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kobanê bi daxuyaniyekê hate pîrozkirin. -
Li Şamê êrîşa Îsraîlê: 2 kes mirin
Li Şamê di encama êrîşeke Îsraîlê de herî kêm 2 kes mirin. -
'Em dest ji zimanê xwe bernadin'
Şêniyên Qamişloyê destnîşan kirin ku bi Şoreşa Rojava re êdî ew zimanê xwe bi rengekî azad û dilrehet bi kar tînin. -
Li Efrînê 2 mehan 4 kes hatin kuştin, 94 kes hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ji destpêka salê ve li Efrîn a dagirkirî 4 kes qetil kirin û 94 kes jî revandin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 890 hezar û 680 xwendekar bi zimanê dayikê perwerde dibin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 160 dibistanan 890 hezar û 680 xwendekar bi zimanê dayikê têne perwerdekirin. 41 hezar û 867 mamoste bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwerdeyê didin zarokan. -
Cenazeyên şehîdên HRE û YPJ’ê li Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên Şoreş Efrîn û Şîlan Efrîn li Şehîdgeha Berxwedana Serdemê ya Ehrezê hatin veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bakur Efrîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şervanê YPG’ê Bakur Efrîn (Emîn Hesen Ebdo) ku di 22’ê Çile de şehîd bibû merasîmeke girseyî li dar xist. -
HRE'yê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Şoreş Efrîn di 18'ê Sibata 2024'an de dema li ser erka xwe bû ji ber krîza dil şehîd bû. -
Cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn li Şehbayê bi girseyî hat pêşwazîkirin
Cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn ya ku li Tebqayê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Şehbayê bi girseyî hat pêşwazîkirin. -
Cenazeyên şehîdan li 5 bajaran hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPJ, YPG û QSD’ê ji Hesekê heta Amûdê li 5 bajaran bi merasîmên girseyî hatin veşartin -
‘Bi Rêber Apo re wê tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin’
Yek ji kesên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî Bekir Ceradê wiha got: “Her Kurdek, azadîxwazek û parêzvanên mafên mirovan divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe.” -
‘Şehîd Zelal her tim pêşeng bû’
"Me derbarê şehîd Zelal de li gelek tiştan guhdarî kir. Ew şoreşgera pêşeng a têkoşîna azadiyê û lêgerînera heqîqetê bû, ku li sera xeta azadiyê jinê bû." -
Çeteyên dewleta Tirk kesek revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê ciwanê bi navê Mihemed Hemid Gergiur revandin. -
Mihemed Weys: Bi saya fikrên Rêbertî em bi xwe hesiyan
Rewşenbîrê Ereb Mihemed Weys diyar kir ku ew ji pirtûkên Abdullah Ocalan bandor bûye û got: "Bi saya fikrên Rêbertî em bi gelek tiştan hesiyan ku haya me jê tunebû." -
Rêber, şehîd û şervanên vê şoreşê pîroz in
Azîz Mihemed Ehmed anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şoreşa Rojava û gel nirxekî pîroz e û got, "Rêbertî, şehîd, şervan, gel û xaka vê şoreşê pîroz in." -
Li Minbic û Şedadê ji bo Abdullah Ocalan kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin
Li bajarên Minbic û Şedadê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin. -
Li Dêrazorê şehîd hatin bîranîn
Li herêma Dêrazor a girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şehîdên meha Çile û Sibatê merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Bi hev re hesinkariyê dikin
Hevjînên Efrînî, Fatima û Henan ku temenê wan qasî 60-70 salî ye, ji bo debara jiyana xwe bikin li Şehbayê bi hev re hesinkariyê dikin. -
YPJ'ê tol hilanî: 9 çete û leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
YPJ’ê ragihand ku ji bo tolhildana şehîd Sorxwîn Rojhilat û şehîd Azadî Dêrik rêzeçalakî li dar xistine û di wan çalakiyan de 6 çete û 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Jinên Minbicê: Daxwaza me ew e ku em azadiya Rêber Apo misoger bikin
Jinên Minbic û gundewarên wê dibêjin ku komploya li dijî Abdullah Ocalan tenê pilaneke çewisandina fikrên wî ne. Her wiha dan xuyakirin ku wê bi rêya tekoşîna xwe Rêber Apo rizgar bikin û mafên wî yên rewa bi dest bixin. -
Ehmed: Gel siberoja xwe di felsefeya Rêbertî de dibînin
Endamê Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Silêman Îsa Ehmed diyar kir ku gel siberoja xwe di felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin û got: “Em ji Rêbertî agahî nagirin, divê em hesabê vê yekê bipirsin.”