Yûsûf: Em ê nehêlin ku rewşa li Efrînê dubare bibe

Ji Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsûf diyar kir, ji bo rewşa li Efrînê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dubare nebe divê amadekariyeke berfireh, berxwedaneke topyekûn û hewldaneke dîplomatîk hebin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsûf diyar kir, ew êrîşeke gengaz a Tirkiyeyê jinedîtî ve nayên û got, "Desthilatdariya heyî ya Tirk xwedî wê potansiyelê ye ku Tirkiyeyê têk bibe. DYE û koalîsyon hewl dide rêyeke navberê peyda bikin."

Hediye Yûsûf ku piştî dagirkirina Efrînê tevî gel li Şehbayê dimîne, der barê êrîşeke gengaz a dewleta Tirk de ji ANF'ê re axivî.

Yûsûf got, "Tirkiye jî baş zane; êrîşa li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne li gorî berjewendiyên DYE û Koalîsyona Navneteweyî ye. Tirkiye ji ber ku fuzeyên S-400'î wergirt di bin zexta DYE'yê de ye. Her wih ali hundir jî di nav krîzê de ye, desthilatdariya AKP'ê bûye mijara nîqaşê. Hebûna xwe ya li nava NATO'yê jî mijareke nîqaşê ye. Ji ber vê yekê hewl dide ji DYE'yê tawîzan werbigire, zextên lê tên kirin kêm bike û destketiyên nû werbigire. Haya xwe jê heye ku eger vê niha neke wê DYE û Koalîsyon destûra êrîşê nedin.

EGER KOALÎSYON NIKARIBE ÊRÎŞÊ ASTENG BIKE

Eger niha êrîş bike wê şer li her qadê belav bibe û Rûsya wê destê xwe xurt bike. Du rê li pêşiya DYE û Koalîsyonê dimîne; ya wê bimînin û şer bikin ya jî wê ji Sûriyeyê derkevin. Di nava vê rewşa xitimandî de hewl didin rêyekê peyda bikin. Em gengaziya êrîşa Tirkiyeyê ji nedîtî ve nayên. Desthilatdariya heyî ya Tirk xwedî wê potansiyelê ye ku Tirkiyeyê têk bibe. DYE û koalîsyon hewl dide rêyeke navberê peyda bikin. Gefên tên xwarin bêguman cidî ne.

LI EFRÎNÊ DI HER KÊLIYÊ DE SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN

Tirkiyeyê di encama peymanekê de ku Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê di nav de hene dagir kir. Hêzên ku tevî me li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan bêdeng man. Li Efrînê komkujî, talan hate kirin; bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bûn, nifûsa wê hate guhertin. Her wiha DAÎŞ'iyên ji Dêra Zor, Reqa, Minbic û herî dawî ji Baxozê hatin anîn niha li Efrînê ne. Amadekariyan dikin ku îmaja xwe biguherînin û şerekî nû bikin. Bêkurdhiştin bi rengekî dijwar didome. Bi hewldanên derxistina dijminatiya Kurd û Ereban hewldanên ji bo Tirkkirinê jî didomin. Kiryarên li dijî mirovahiyê di her kêliyê de rû didin. Mixabin hêz hemû li pêşberî vê bêdeng in. Ji bo ev rewş li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dubare nebe divê amadekariyeke berfireh, berxwedana topyekûn û hewldaneke dîplomatîk a xurt bên kirin.

EGER REJÎM CIDÎ BE BILA AMBARGOYA LI ŞEHBAYÊ BI DAWÎ BIKE

Rejîma Sûriyeyê ji çareseriyê dûr e. Haya xwe jê heye ku Sûriye parçe dibe. Zane ku Tirkiye ji deverên ku dagir kiriye û deverên ku dixwaze dagir bike wê dernekeve. Mînaka Îdlibê bi têra xwe eşkere ye. Niha hin daxuyaniyan diweşînin, lê belê ya girîng ew e ku ji bo çareseriyê çiqasî cidî ye. Di nava rejîma Sûriyeyê de hin hene ku dixwazin rêveberî bi Kurdan re li hev bike û dawî li krîza Sûriyeyê bîne. Sûriye gavê neavêje. Mînak em niha li Şehbayê ye, lê belê rejîma Sûriyeyê nahêle ku nanek jî bêyî gumrukê derbasî herêmê bibe. Ambargoya li Şehbayê jî bi dawî nake. Bêguman em ji diyalogê û çareseriyê re amade ne, lê belê divê rejîm jî cidî be."