'Yekîneya Tolhildanê' çalakiya li Rihayê da ser milê xwe

'Yekîneya Tohildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî' berpirsyariya çalakiya 13'ê Tebaxê ya li Rihayê da ser milê xwe, ku li dijî febrîqeyeke madeyên teqemeniyê û alavên elektronîk çêdikir.

Di daxuyaniya 'Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî' hate gotin, "Di 13'ê Tebaxê de li Rihayê li dijî febrîqeyeke madeyên teqemeniyê û hilberîna alavên elektronîk yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî bi taktîka şoreşgerî û stratejiya şoreşgerî çalakiyeke sabotajê kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li febrîqeyê şewat derket û di encamê de febrîqe şewitî. Yekîneyê diyar kir, "Me ev çalakî ji bo bîranîna fermandarê efsanewî yê berxwedana xwerêveberiyê Fermandar Çiyager Hêvî kirin."