YPJ: Hevrê Nûpelda ji bo parastina nirxên şoreşa jinê têkoşîn kir

Fermandariya Gişî a YPJ’ê nansanemay hevrêya xwe Nûpelda Bagok a 18’ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de şehîd bûbû eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ya li ser malpera xwe ya fermî parve kirî, nasnameya şervana xwe Songul Mihemed bi nasnav Nûpelda Bagok a di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûbû, eşkerer kir. Fermandariya YPJ’ê ji bo hevrêya xwe nûpelda got: “Hevrê Nûpelda, bi rêhê pêşengiyê di şerê Berxwedana Rûmetê de bû mînak û sembola jiyana azad.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ev agahî parve kir:

“Em di kesayeta rêheval Nûpelda de, şehîdên Berxwedana Rûmetê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîrtînin. Ji gelê me û malbatên hevrêya me re sersaxî dixwezin. Em careke din soza xwe li hemberî mezinbûna berxwedana şehîdên me nû dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî yê kujer, ji 9’ê Cotmehê ve êrîşekî dijwar li ser gelê me û çeperên me yê parstinê pêşxistin. Ev êrîşa bi armanca dagirkerî û qirkirinê bi her awayî berdewam dike. Her hevrêyeke me ji bo li pêşiya vê dagirkeriyê bibe bendek ya parastinê bi hemû fedekarî tevlî berxwedana rûmetê bûn. Her şervan û fermandareke me bi bawerî û hêviya ku ew ê bi berxwedanê, parastina welatê xwe bikin li pêşiya dagirkeriyê sekinînin. Em li hemberî ked û fedekariya şehîdên xwe her tim dêndarin. Şehadet, rastiya ebedî û mertebeya heyîna jiyana azad e. Hevrê Nûpelda, bi rêhê pêşengiyê di şerê Berxwedana Rûmetê de bû mînak û sembola jiyana azad.

Hevrê Nûpelda, di şoreşa azadiyê de ji bo hevalên xwe bû xwedî ked û hewldanekî mezin. Di fermandariya alaya xweser ya şehîd Zîlan de cihê xwe digirt. Ji bo ezmûniya xwe ya şer û jiyanê bide hevalên derdor her tim di nava ked dayînê de bû. Ji bo ji pirs, hêvî, bawerî û keda jinê û gelê xwe re bibe bersiv her tim di nava lêgerînê de bû. Bi rihê berpirsyartiya ji vê demê tê xwestin tevgeriya. Hevrê Nûpelda bi vê sekna bibiryar berê xwe da Serêkaniyê û di çeperên berxwedana rûmetê de cih girt. Di şexsê hevrê Nûpelda û hevrêyên me yê li Serêkaniyê şehîd bûn de me careke din berdêla avakirina jiyanek azad çiqas zehmete dît. Van rêhevalên me di vê dema dîrokî de xwe xistin bin vê barê giran yê tekoşînê. Ev fedekariya hevrêyên meyî şehîd nîşan da ye, ji bo me fermana mezinkirina tekoşînê ye. Biryardariya hevrê Nûpelda û hevrêyên meyî ku di vê berxwedana rûmetê de şehîd bûne biryardariya di parastina xaka xwe de îsrarkirine.

Me YPJ’ê di her pêngava tekoşîna azadiyê de hevêryên hêja winda kirin. Ji şerê destpêkê yê Serêkaniyê di 2013’an de û heya Kobanê, Minbic, Reqa, DêrezZor, Efrînê û îro li Serêkaniyê û Girê Spî me bi dehan hevrêyên xwe yên şehîd spatin vê xakê. Ev xak êdî xaka şehîda ye. ji bo wê em dibêjin pêwîste em hem weke gel û hem jî weke şopdarên xeta şehîdan vê xakê weke çavê xwe biparêzin. Me çawa heya niha parast û di oxirê de berdêlên giranbiha dan em îro jî bi heman berpirsyariyê di eniyên parastinê yê herî pêş de cih bigrin. Hêvî û baweriya şehîd Nûpelda û hemû şehîdan ji me ev e. Pêkanîna hêvî û baweriya şehîdan wê me misoger bighîje jiyana azad.

Li ser wê bingehê em careke din di şexsê şehîd Nûpelda de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê û şehîdên berxwedana rûmetê bi bîrtînin. Ji malbata şehîd Nûpelda, gelên azadîxwaz û gelê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê re sersaxî dixwezin. Em careke din li hemberî mezinbûna şehîdên xwe soza domandina rêya wan nû dikin.”

Nasnameya şervana YPJ’ê ya şehîd wiha ye:

Nasnav: Nûpelda Bagok

Nav û Paşnav: Songul Mihemed

Navê Dayîk: Zelîxa

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê/18.10.2019 /