YPJ’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê şehîdên Çiyayê Qereçoxê ku beriya salekê di êrîşa hewayî ya hêzên Tirk ên dagirker de şehîd bûbûn, bi bîr anî.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got; “Di salvegera 1. êrîşa li ser Qereçoxê de di şexsê şehîdên Qereçoxê, Jiyan, Diljîn, Şîlan, Nuda, Rûstem, Bawer, Baqî, Devrim, Rêwan, Heqî, şehîdên berxwedana Serdemê, Avêsta, Hêlîn, Tekoşîn, Rosyar, Zîlan, Deniz, Amargî, Lêgerîn, şehîdên Bakûrê Sûriyê û Rojava de tevahî Kurdistanê bi bîr tînin û soza şopandina rêya şehîdên yên ku bi xwîna xwe nirx û rûmeta mirovahiyê parastine nû dikin.”

Daxuyaniya YPJ`ê wiha didome;

“Hêzên desthildar û sermayedar ên ku xwe bi pergala kapîtalîst li ser piyan digrin di her firsendê de, di her serdema dîrokê de civak û neteweyên ku bi hebûna xwe hesiyane kirine armanca êrîşan û bi hewldanên kuştina fizîkî xwestine rastiya dîroka gelan ji holê rabikin. Desthilatdariya ku li ber, rûxandinê sekiniye ji bo xwe timî hêzên şoreşger û avakerên civakeke demoqratîk kiriye armanca êrîşan ji bo gurkirina serdestiya xwe her serî li vê rê û rêbazan daye. Lê ti carî hişmendiya azad a civakan û rihê şoreşgeriyê nekariye teslîm bigrin. Şoreşa Bakûrê Sûriyê, bi keç, xort û gelên di bin bana Neteweya Demokratîk de jiyana azad û wekhev xwe bi rêk û pêk kiribûn bi şehîdên Qereçoxê re soza misogeriya avakirina şoreşa gelan ji nûve hate dayîn.

Êrîşa li ser Qereçoxê bê guman aliyê wê siyasî, leşkerî, hem di asta cîhanî de û hem jî di asta herêmî de bi pêşengtiya dewleta Tirk, di şexsê pêşengên şoreşa Bakûrê Sûrî, Rojavayî Kurdistanê û jinan de fermana ji nûve pîlangeriyeke qirkirina Kurdan bû. Pîlangeriya êrîşa li ser Qereçoxê gav avêtina pêşî ya êrîşa li ser Efrînê bû. Armanca êrîşa li ser Qereçoxê, pelçiqandina pêla şoreşê bû. Armanc; şikandina vîna gelan, lewaz kirina bawerî, hêvî û têk birina rastiya xeta siyemîn bû. Lê, heqîqeta sekna gelên berxwedêr, sekna di azadiyê de bi îsrar e, şehîdên Qereçoxê ji bo xwe kirin biryardariya bilindkirina tekoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hemû hêzên ku tiliya wan di vê pîlangeriya qirêj de hebû. Pêngava Cenga Mezin, Xezeba Firatê û Berxwedana Serdemê yên ku bi hişmendiya avakirin û parastina şoreşa gelan di bin pêşengtiya hêzên YPJ-YPG û QSD de bi pêş ketin bi awayekî vekirî pûçkirina rastiya hişmendiya qirker û dagirker radixe ber çavan. Êdî gelên xwe bi hişmendiya parastina hebûna xwe û parastina xaka xwe di şexsê gelê me yê Efrînê de xwe gîhandiya rastiya gelekî fedaiyane. Rihê di Berxwedana Serdemê de hate nîşandan, tolrakirina şehîdên Qereçoxê bû.

Em, hêzên YPJ’ê xwe li ser bingeha rastiya gelekî fedaiyane bi rêxistin dikin û bi artêş bûne. Fermana şehîdên Qereçox û şehîdên berxwedana serdemê, ji me re ew e em bi pêşxistin û geşkirina têkoşînê, xwedî li derketina rola pêşeng a di şer û jiyanê de şoreşa gelan misoger bikine. Wê têkoşîna me bê navber di her qadên jiyanê de bidome. Em heya hêviyên her şehîdekê bi cîh neyînin, em heya Efrînê rizgar û parastina şoreşa gelan misoger nekin wê bê rawestandin tekoşîna me berdewam bike.

Carekî din di şexsê şehîdên Qereçox û şehîdên Berxwedana Serdemê de şehîdên şoreşa Bakûrê Sûriyê û tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û soza xwe ya girêdana bi wan re nû dikin.”