YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd bû eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku şervanê wan Agir Kobanê 11'ê Îlonê li Heseke di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku şervanê wan Agir Kobanê 11'ê Îlonê li Heseke di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyê me Agir Kobanê 11'ê Îlona 2020'an di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû."
Daxuyanî wiha ye:
"Hevrê Agir Kobanê, di demekê de ku li dijî şoreşa Rojava û bakurê Suriyeyê êrîşên dagirkerî û qirkirinê çêdibûn tev li refên têkoşîna me bû. Bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar bû xwedî sekneke pêşeng. Ji bandora kevneşopa çanda berxwedêr a gelan, hevrê Agir jî bi vê çanda berxwedêr li dijî her cure êrişkarî û paşverûtiyê têkoşiya. Hevrê Agir di şerê me yê berxwedanê de erk û berpirsyariyên ku wergirtibûn, bi dilsoziyeke mezin bi cîh anîn. Em di şexsê hevrê Agir Kobanê de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Ji malbatê şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Agir Kobanê
Nav û Paşnav: Zekeriya Cimo
Navê Dayikê: Yeşar
Navê Bav: Nûredîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 11 Îlon 2020