YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir yê ku di 5’ê Kanûnê de li Efrînê şehîd bûbû.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe eşkere kir yê ku di 75ê Kanûnê de li Efrînê şehîd bûbû.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

“Bi daxuyaniyeke nivîskî ku di 7’ê Kanûnê de hat weşandin de me ragihandibû ku rêhevalekî me di çalakiyekê de şehîd bûye ya ku hêzên me li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li Efrînê li dar xistibû.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Taha Efrîn

Nav û Paşnav: Taha Kito

Navê Dayikê: Fîdan

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / 5’ê Kanuna 2018'an

Heval Taha li gundê Bênê ya navçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Heval Taha yê ku di vê herêma ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tê de mezin bû û bi pêkhatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê berê xwe da nav refên hêzên şoreşger, bi armanca parastina destkeftiyên gelê Kurd. Bi sedema êrîşên dagirkerî û qirkerî yên li ser Efrînê, devera ku heval Taha tê de mezin bibû, berê xwe dide nav refên YPG û tevlî têkoşînê dibe. Bi sekna xwe ya şoreşger û tecrubeya ku di nav têkoşînê de bidestxistî her tim cihê xwe di çeperên herî pêş de girtiye.

Di şexsê hevrê Taha de, em hemû şehîdên xwe yên ku di têkoşîna li dijî dagirkerî û mêtingeriyê de şehîd ketin bi rêzdarî û minnet bi bîr tînin. Di serî de ji malbata rêheval Taha re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."