YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 7 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê û şervanekî ku di topbarana artêşa Tirk a dagirker de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê şehîd bû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek li malpera xwe ya înternetê weşand. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 7 şervanên YPG'ê di navbera 3-6'ê Tebaxa 2017'an de di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn.

Navendê diyar kir, şervanê YPG'ê Şahîn Rojhilat jî, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em YPG û YPJ hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê li ser rêya wan a têkoşînê bin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelên xwe re dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya 8 şehîdan wiha ye:

Nasnav: Brusk Hesekê

Nav û Paşnav: Salim Xelo

Navê Dayikê: Xezala

Navê Bav: Abdulah

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Tebax 2017

Nasnav: Demhat Şedadê

Nav û Paşnav: Elî Salih Inwan

Navê Dayikê: Şêxa

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017

Nasnav: Doxan Hesekê

Nav û Paşnav: Macid Hesen

Navê Dayikê: Xalîse

Navê Bav: Yusuf

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017

Nasnav: Goran Şedadê

Nav û Paşnav: Ezîz Xazî Receb

Navê Dayikê: Wehmî

Navê Bav: Xazî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Tebax 2017

Nasnav: Heyder Şedadê

Nav û Paşnav: Ebdirehman Mexluf Siltan

Navê Dayikê: Sina

Navê Bav: Mexluf

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017

Nasnav: Hir Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Ednan Siltan

Navê Dayikê: Suriya

Navê Bav: Ednan

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017

Nasnav: Rubar Hesekê

Nav û Paşnav: Elî Inadî

Navê Dayikê: Zuheya

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017

Nasnav: Şahîn Rojhilat

Nav û Paşnav: Şêxmûs

Navê Dayikê: Heyat

Navê Bav: Wehîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn, Reco

Cih û Dîroka Şehadetê:  Efrîn, Cindirêsê / 7 Tebax 2017