YPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe yên di pêngavên rizgarkirina Reqayê û Bagera Cizîrê de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 5 şehîdên di navbera 15-30'ê Cotmehê de şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di dema paqijkirina bajarê Reqayê ji mayin û bermahiyên çeteyan de 2 şervanên wan di 30'ê Cotmehê de şehîd bûn.

Navendê, nasnameya şervanekî xwe yê 15'ê Cotmehê şehîd bû ragihand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, li bakurê Dêra Zorê 2 şervanên wan di navbera 26-30'ê Cotmehê de di çalakî û operasyonên dijî çeteyan de şehîd bûn.

YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên welatparêz xwest û soz da ku wê ji bo parastina azadî û pêkanîna biratiya gelan, her tim li ser şopa şehîdan bin.

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye.

Nav û Paşnav: Birîndar Bêzar

Navê Rast: Yehya Demirbaş

Navê Dayîkê: Emîne

Navê Bav: Ebûzer

Cihê ji Dayîkbûnê: Malatya

Cîh û Dîroka Şehadetê: 30-10-2017 Reqa

Nav û Paşnav: Dîren Munzur

Navê Rast: Ramazan Özsubaşi

Navê Dayîkê: Ezîze

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayîkbûnê: Amed

Cîh û Dîroka Şehadetê: 15-10-2017 Reqa

Nav û Paşnav: Şervan Hesekê

Navê Rast: Esed Şêx Hisên

Navê Dayîkê: Zeyneb

Navê Bav: Ebdullah

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 30-10-2017 Dêra Zorê

Nav û Paşnav: Şervan Hesekê

Navê Rast: Salih Selman

Navê Dayîkê: Qetna

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 26-10-2017 Dêra Zorê

Nav û Paşnav: Xebat Batman

Navê Rast: Enver Bariş

Navê Dayîkê: Gulistan

Navê Bav: Yehya

Cihê ji Dayîkbûnê: Batman

Cîh û Dîroka Şehadetê: 30-10-2017 Reqa