YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 4 şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, eşkere kir.

Daxuyanî li malpera YPG'ê hate weşandin û li ser şervanên li Reqayê şehîd bûn, ev nirxandin hate kirin.

"Çeteyên ku dixwazin ji bajarê ji her çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin birevin û xwe xelas bikin, bi vê armancê hewl didin êrîşî şervanan bikin. Di encama êrîşan de li herêmê şerekî dijwar diqewime. Di şerê çend rojên dawî de 3 hevalên me bi armanca şikandin êrîşa çeteyan ketin nav şerê dijwar û di encamê de şehîd bûn. Van hevalan di nav operasyona Reqayê de rolê xwe bi awayekî herî serketî bi cih anîn û hewl dan berpirsiyartiyên xwe pêk bînin. Bi vî awayî bi sekn û şerê xwe bûn mînak.

Şehîd Çiya Agir, sala 2011'an di nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cihê xwe girt û di her pêngavê de bû xwedî mîsyon. Herî dawî di Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê de di asta Fermandariya Eyaletê de cihê xwe girt û têkoşiya. Şehîd Lewend Xezna jî, di encama qezayekê de birîndar bû û tevî hemû hewldanan jî li nexweşxaneyê şehîd bû.

Em YPG û YPJ, di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê li ser şopa şehîdan bin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Botan Mêrdîn

Nasnav: Botan Mêrdîn
Nav û Paşnav: Mazlum Eşiyok
Navê Dayikê: Perîhan
Navê Bav: Îsmaîl
Cih û dema şehadetê: Reqa / 22'ê Tîrmeha 2017

Çiya Agir

Nasnav: Çiya Agir
Nav û Paşnav: Nebî Şêxo
Navê Dayikê: Sebîha
Navê Bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dema şehadetê: Reqa / 22'ê Tîrmeha 2017

Dilşêr Til Hemîs

Nasnav: Dilşêr Til Hemîs
Nav û Paşnav: Yusuf Hac
Navê Dayikê: Ecmiye
Navê Bav: Hesen
Cihê jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û dema şehadetê: Reqa / 21'ê Tîrmeha 2017

Lewend Xezna

Nasnav: Lewend Xezna
Nav û Paşnav: Macit Hesen
Navê Dayikê: Latîfe
Navê Bav: Ebdilkerîm
Cihê jidayikbûnê: Til Maruf
Cih û dema şehadetê: Reqa / 22'ê Tîrmeha 2017”