YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
YPG'ê, nasnameya 3 şervanên xwe yên di 8-9'ê Cotmehê de şehîd bûn, eşkere kir.
YPG'ê, nasnameya 3 şervanên xwe yên di 8-9'ê Cotmehê de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hêzên QSD'ê bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ'ê li Reqa û bakurê Dêra Zorê her bi pêş ve diçin. Tevî ku li seranserê sînorê Rojava artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê hewl didin bi êrîşên xwe operasyonên şervanan reş bikin jî, bakurê Sûriyeyê bi van pêngavan ewle bûye."
Navendê ragihand, ku li Reqayê welatî ji nava lepên DAIŞ'ê tên rizgarkirin û li Dêra Zorê jî gund û herêmên stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê tên paqijkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di Pêngava Bagera Cizîrê de hevalê me Aras Kobanê ku ji pêkhateya Ereb e, di çalakiya 8'ê Cotmehê de bi lehengî li ber xwe da û gihîşt şehadetê.
Hevrêyên me Cûdî Ararat û Ferîd Efrîn, ji ber qezayên cuda jiyana xwe ji dest dan û tevlî karwanê cangoriyên azadiyê bûn."
Navendê sersaxî ji malbatan û tevahiya gelê welatparêz xwest û destnîşan kir, ku wê timî li ser şopa şehîdan bin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Aras Kobanê
Navê Rast: Ehmed Sad Muxelif
Navê Dayîkê: Fedîle
Navê Bav: Sad
Cihê ji Dayîkbûnê: Til Hemîs
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêra Zorê
Nav û Paşnav: Cûdî Ararat
Navê Rast: Mehmûd Cemîl
Navê Dayîkê: Fexriya
Navê Bav: Filzor
Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Tirbespiyê
Nav û Paşnav: Ferîd Efrîn
Navê Rast: Cîger Hesen
Navê Dayîkê: Esmahan
Navê Bav: Mistefa
Cihê ji Dayîkbûnê: Mabeta Araba
Cîh û Dîroka Şehadetê: 09-10-2017 Meranaz