YPG’ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku endamê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Şevreş li Qamişlo di operasyonekê de û Hozan Peyaniş jî ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir: "Endamê Yekîneyên Antî Teror (YAT) hevalê me Şevreş Qamişlo, di pêngava li Dêra Zorê de li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê ku hêzên me dabûn destpêkirin, birîndar bibû û 27’ê Hezîrana 2020’an şehîd bû. Hevalê me Hozan Peyaniş jî di 6'ê Hezîrana 2020’an di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê şehîd ket.

Hevrê Şevreş, li bajarê Qamişlo di malbatek welatparêz de jidayik dibe. Ji bandorbûna têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û paşverûtiyê tevlî refên şoreşê dibe. Di operasyon û pêngavên me yên li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê gav paşve neavêt û bi biryardarî tevlî bû. Hevrê Şevreş, erk û berpirsiyariyên xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anî.

Hevrê Hozan di malbatek welatparêz de jidayik dibe. Hevrê Hozan bi ruhekî seferberî, li dijî êrîşên şoreşa Rojava û bakurê Suriyê ku pêş diketin tevlî refên şoreşê bû. Hevrê Hozan di nav têkoşînê de gazî jî bû. Ji têkoşîna li ser hîmê azadî û demokrasiyê ya gelan bawer kir û Kêlî bi kêlî li dijî her cure êrîşan têkoşîn meşand û tevlî şerê me yê berxwedanê bû.

Nasnameya hevalên me yê şehîd wiha ne;

Nasnav: Şevreş Qamişlo

Nav û Paşnav: Elî Elî

Navê Dayikê: Şerîn

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor | 27’ê Hezîrana 2020

***

Nasnav: Hozan Peyaniş

Nav û Paşnav: Omer Dînçer

Navê Dayikê: Siyaset

Navê Bav: Veysî

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 6’ê Hezîrana 2020

Em di şexsê hevrê Şevreş Qamişlo û Hozan Peyaniş de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe re û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."