YPG’ê li çar cihan li dagirkeran da

Şervanên YPG’ê li navçeyên Cindirêsê, Raco, Mabata û Şera yên Efrînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Di van çalakiyan de gelek çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên xwe yên dawîn eşkera kir. YPG’ê di 12’ê Îlonê de li 4 cihan li dagirkeran da.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Bexwedana Serdemê li Efrînê de hêzên me li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn. Encamên çalakiyên ku li navçeyên Cindirês, Raco, Mabata û Şera hatine lidarxistin wiha ne;

1. Di 12’ê Îlonê de yekîneyeke me li hemberî baregeheke çeteyên artêşa Tirk a dagirker a Ii navenda Cindirêsê çalakiyek pêk anî. Di encama pevçûnên sîng bi sîng de 1 jê leşkerê artêşa Tirk a dagirker, 6 çete hatin birîndarkirin.

2. Di heman dîrokê de yekîneyeke me li gundê Omera yê girêdayî navçeya Mabata li hemberî siwareyeke leşkerî ya çeteyan çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

3. Yekîneyeke me li gundê Berbenê yê herêma Raco li hemberî çeteyekî girêdayî koma Feylaq el-Şam çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de çete hat kuştin û çeka wî AK-47 hat desteserkirin.

4. Di heman rojê de yekîneyeke me li gundê Zeytûnekê yê ser bi navçeya Şera ve li hemberî siwareyeke leşkerî ya çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Lê der heqê encamên çalakiyê de agahiyên zelal bi dest neketin.”

ÇETEYEKÎ ÎTALYAN HATE GIRTIN

Li gorî saloxderên YPG’ê çeteyekî Îtalyan hatiye girtin. Hate ragihandin bi operasyoneke taybet ev çete hatiye girtin û ev çete rayedarekî payebilind e. Tê payîn ku YPG piştre li ser operasyonê agahiyên zelal bide.