YPG: Çeteyekî girêdayî artêşa Tirk hate kuştin, 7 birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên 8 rojên dawî eşkere kir. YPG’ê diyar kir ku di encama bersivdayina şervanan de çeteyek hatiye kuştin û 7 çete jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG’ê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên hefteya borî li ser gundên girêdayî kantona Efrînê ragihand û diyar kir ku şervanên wan mafê bersivdayînê bi kar anîne û çeteyekî girêdayî artêşa Tirk hatiye kuştin û 7 çete jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê mijarê de, daxuyaniya ku nivîskî  li ser malpera xwe ya fermî weşandî wiha ye;

“Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di hefteya borî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gelek caran hewl dan ku  êrîşî gundên hawîrdora Kantona Efrînê bikin û çeperên nû yên şer çêkin. Lê belê hemû êrîş û hewldanên çeteyan ên êrîşê û yên çêkirina çeperên nû vala hatin derxistin û hatin asteng kirin. Her wiha di dema êrîşan de mafê bersivdayînê hat bikaranîn.

‘ENCAMÊN ÊRÎŞ Û BINPÊKIRINÊN ARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ YÊN 8 ROJÊN DAWÎ WIHA NE’

Di dîroka 01.10.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk wekî du koman xwestin  êrîşî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê bikin. Lê ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û bersiv hat dayîn. Di encama şerê ku hat jiyîn de çeteyek birîndar bû.

Di dîroka 02.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk li eniya Merenaz a girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê xwestin hendek bikolin. Hêzên me bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encama şerê ku hat jiyîn de treksa çeteyan hat rawestandin.

Di dîroka 03.10.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk Girên Bahoz, Bedirxan û Baran yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê gullebaran kirin û xwestin êrîş bikin. Hêzên me jî bersiv dan êrîşa çeteyan û trekseke çeteyan hedef girtin. Di encamê de treksa çeteyan derb xwar û çete neçar man ku paş de birevin. Her weha di heman rojê de çeteyan li eniya Merenazê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê xwestin ku çeperê nû yên şer çêkin. Hêzên me treksa çeteyan kirin hedef û di encamê de terks hat rawestandin.

Di dîroka 04.10.2017`an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên BKC êrîşî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera û bi topên hawanê êrîşî Girên Baxtiyar û Bedirxan yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demê de bi topên hawanê û çekên SPG-9 bersiv dan êrîşa çeteyan û komeke çete hedef girtin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û yek jê giran bi giştî 7 çete birîndar bûn.

Di dîroka 05.10.2017`an de çeteyan bi çekên B7 êrîşî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê êrîşî Girên Barîn, Baxtiyar û Bedirxan yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojê de li eniya Eyn Deqnê û Merenazê yên girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê dema ku çete di amadekariya êrîşê de bûn, hêzên me bi çekên doçka û BKC bersiv dan çeteyan. Dîsa seranserê eniya Şêrewa û Cindirêsê di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer û pevçûn hatin jiyîn. Lê di derheqê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 06.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Bircikê Silêman û bi topên hawanê  êrîşî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Her weha di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê  êrîşî Girên Baran, Bedirxan û Baxtiyar yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi topên hawanê bersiv dan çeteyan. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 07.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê  êrîşî Girên Bedirxan û Baxtiyar yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojê de çeteyan bi çekên doçka  êrîşî Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan êrîşa çeteyan. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 08.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka  êrîşî eniya El Kamiyê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan êrîşa çeteyan. Dîsa çeteyan bi çekên doçka  êrîşî eniya Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demê de bi çekên doçka bersiv dan êrîşa çeteyan. Her weha di heman rojê de hêzên me çeteyên ku dixwestin li eniya Girê Bozan çeperên nû yên şer çêkin ferq kirin û bi çekên SPG-9 treksa çeteyan kirin hedef. Di encam de treksa çeteyan sekinî.”