YJCÊ: Şehîd Bêrîvan bû sembola jinên Êzîdî

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şehîd Berîvan bi taybet dema êrîşên li ser jinan ên li Şengalê bû xwedî helwest, vîn û tevlî nav karwanê şehîdan bû.''

Yekitiya Jînên Ciwan ên Êzîdî (YJCÊ) ji bo salvegara 3'yan ya Şehîd Berîvan Şengalî bi daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şehîd Berîvan bi taybet dema êrîşên li ser jinan ên li Şengalê bû xwedî helwest, vîn û tevlî nav karwanê şehîdan bû.''

Berfirehîya daxuyaniya niviskî wiha ye:

“Şehîd rûmet û nirxê gelê berxeder in ku ji bo civakekeke azad canê xwe feda kirine. Bi berxwedan, fedakarî û têkoşîna xwe nirxên civakan parastina û ji bo parastina nirx û xake bi xwîna xwe bûne sembolê civakên bindest. Em jî di serî de weke Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) di şexsê Berîvan Şengalî de, hemû şehîdên 73 fermanan, şehîdên meha mijdarê û şehîden şoreşê bi bîrtînin û sond dixwin ku tolê hilînin û têkoşîna şehîdan geş bikin.

Bi taybet van rojan, ku em nêzî 25’ê mîjdarê, roja têkoşîna dijî tundiya li ser jinan dibin, dibînin ku hêrs û tirsa dijmin a herî mezin ji jinên ciwan e. Ji bo vê jî bi zanebûn û bi vê tirsê ve giredayî Şehîd Berîvan Şengalî kirin hedef û bûn sedema şahadeta wê.Dijmin hewl dide ku hemû jinan tine bike. Lê belê ji sê aliyan va êrîş tê ser Jinên Ciwan en Êzidî. Bi nasnameya xwe ya jin ,ciwan û Êzdayî re dibin hedefa vê faşîzme. Li dijî van erîşên heyî , bi taybet erîşên ku di şexse jinan de li ser xaka Şengalê têne anîn , Şehîd Berîvan bû xwedî helwest, îrade û tevlî nav karwanê şehîdan bû.Bi taybet bi berxwedaniya li Şengalê bû sembola Jinên Êzidî , ciwanên Êzidî. Îro li ser şopa Berîvan Şengalî bi hêzaran jinên ciwan xwe rexistin , perwerde dikin û li ser ve xetê berxwedaniya jinên Êzîdî di cîhanê de didin nasîn.

Heval Berîvan bi kesayet, fikir û sekna xwe nîşan da bê ka jineke ciwan çawa dikare li ber xwe bide, ji bo xaka xwe ,zimanê xwe ,ol û baweriya xwe têdikoşe. Di emrê xwe yî herî ciwan de Heval Berîvan karê şoreşê da ser mile xwe û bi vê îradeye re ji hemû jinên ciwan ên Êzidî re bû mînak, bu sembol. Ev berxwedanî jî bi hezkirina xakê ve giredayî ye. Şehîd Berîvan di kesayeta xwe de ev hezkirin nîşan da. Heger îro em li ser piya bin û jinên ciwan li qada qala şoreşe,têkoşîne û ber xwedan dikin ev bi van şehîdên nemir e .

Em Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî dubara Şehîd Berîvan Şengalî bi bîr tînin û sond dixwin ku tolê hilînin û têkoşîna şehîdan geş bikin.''