YJA STAR: Ew ê tola şehîdên me were stendin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Endama Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Medya Mawa û gerîla Akîf Brûsk bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî Endama Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Medya Mawa (Emîne Kaya) û gerîla Akîf Brûsk (Mahmût Ozdemîr)  ên ku di 30’ê Îlonê de li Bagoka Mêrdînê di şer de şehîd bûne, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Gerîlayên me her roj derbên giran li artêşa Tirk dixin û artêşa Tirk a dagirker jî her roj operasyonên xwe didomîne. Artêşa Tirk ligel ku bi hemû teknîk û hêza xwe êrîş dike, li hemberî berxwedana gerîlayan têk diçe û nikare şer bike. Berxwedana gerîla ya destanwarî qehremaniyên mezin bi xwe re tîne. Berxwedana gerîla, tê wateya baweriya bi azadiyê re ya PKK’ê.

Di 27’ê Îlonê de li derdora gundê Badibê yê herêma Bagokê dijmin operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon sê rojan domiyaye. Di vê operasyonê de di 30’ê Îlonê de rêhevalên me Medya Kawa û Akîf Brûsk şehîd bûne. Em rêhevalên xwe Medya Mawa û Akîf Brûsk bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata wan re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê wan de em soza xwe ya geşkirina berxwedanê dubare dikin.

MEDYA MAWA DI SALA 1992’AN DE TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BÛ

Rêheval Medya Mawa di 1992’an de di temenekî ciwan de tevî nav refên azadiyê bûye. Di têkoşîna xwe ya 26 salan de kesayetiya jina azad û pîvanên milîtaniya PKK’ê di şexsê xwe de ava kiriye. Rêheval Medya her dem li eniyên pêş têkoşiyaye û bi cesaret û kedeke mezin berê xwe daye peywiran. Li her dera ku çûyê, rêhevalên wê jê hez kirine û bi tecrubeya xwe ya mezin ji hevalên xwe re bûye mînak. Rêheval Medya bûye helwesta jina azad.

Rêheval Medya li qada Botanê dest bi gerîlatiyê kiriye. Bi pratîka xwe ya têkoşînê di sala 1997’an de çûye Qada Rêbertiyê û bi perwerdehiya Rêbertiyê xwe xurttir kiriye. Di 26 salên têkoşînê de li Botan, Dersim û Zagrosê di qada pratîk de têkoşiyaye. Rêheval Medya herî dawîn fermandariya YJA Star a Eyaleta Mêrdînê dikir. Di vê pêvajoya fermandariyê de ked û hewldana rêheval Medya a ji bo têkoşînê gelek e.

AKÎF BRÛSK

Rêheval Akîf Brûsk ê ku di heman rojê de şehîd bûye, bi fedakariya xwe bi jiyana gerîla re bûye yek. Rêheval Akîf bûye yek ji sembola berxwedana fedakarî, cesaret û baweriya mezin. Helwesta rêheval Akîf a xurt û biryardar ji bo me hemû rêhevalên wî mînakeke mezin e.

Rêheval Medya û Akîf bi helwestên xwe yên biryardar tevlî nav refên şehîdan bûne. Em ê li ser xeta wan têkoşînê geştir bikin. Em careke din di şexsê rêheval Medya û Akîf de hemû şehîdên berxwedanê bi bîr tînin. Girêdayîna bi wan bibîranîna wan, soza me ya serfiraziyê ya ji bo hemû şehîdan e.”