Yekîneyên Tolhildanê li ser çalakiyên amedê agahî da

Yekîneyên Tolhildanê li dijî kesên madeyên hişbir difiroşin û polîsên Tirk li Amedê çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd zîn bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên li Amedê agahî par ve kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Endamên me yên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Zîn 20’ê Adarê saet derdorî 21:30’î de li taxa Ziya Gokalp a girêdayî navçeya Sûr a Amedê li dijî firoşkarê madeyên hişber ê bi nasnavê ‘Sari’ çalakiyeke bi bombeyên destan lidar xistiye.

21’ê Adarê jî li 2 nuqteyên li navenda Bismilê rê li trafîkê hatiye girtin. Bi hatina wesayîtên polîsên Tirk ên dagirker re bi fîşekên hewayî û bombeyên bi bandor hêzên polîsan ji qadê hatin dûrxistin.

21’ê Adarê li taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê gelek rê û kolan li trafîkê hatin girtin. Piştî demek kin a ketina dijmin a qadê re yekîneyên me bi bombeyên bi bandor û fîşekên hewayî derbek xurt li dijmin dane.

22’yê Adarê li taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê rêya li Sûka Çarşemê rê li trafîkê girtin. Bi ketina dijmin a qadê re yekîneyên me bi bombeyên bi bandor û fîşekên hewayî bi xurtî li wan da.”