Yekîneya Tolhildanê ya YPS li dijî nobedarekî li Amedê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Sûrê ya YPS'ê li Amedê nobedarek ceza kirin, dest li ser çeka nobedar danîn. Yekîneyê got, ''Her gav li her deverê wê bibin hedefa me.''

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Surê ya Sûrê daxuyaniyek da û got, ''Endamên me 4'ê Hezîranê saet 22.30'an li Amedê li ser rêya 75'an, li pişt kafeya Bagdatê, dema ku nobedar ê bi navê Mesût li wesayita xwe siwar dibû, ew kêr kirine. Nobedar, ê ku endamên yekîneya me ji mêj ve ew dişopandin bi çalakiyê re birîndar bûye, demanceya bi markaya Yavûz a nobedar hatiye desteserkirin.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ew ê bîranînên şehîdên berxwedana Sûrê ya bi pêşengiya fermandarê efsanewî Şehîd Çiyager Hêvî, bidin jiyîn û tola wan hilînin, kesên ku nobedariya dewleta mêtinger dikin, nokeriya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dikin her gav li her deverê wê bibin hedefa endamên wan û diyar kir di serî de li Amedê li hemû Kurdistanê wê nobedar, sîxûr û nokeran nedin jiyîn.

Yekîneya Tolhildanê herî dawî got ew ê tola Bariş Çakan ku li Enqerê bi kêrekê hatî kuştin her gav li her deverê hilînin.