Yekîneya Tolhildanê çalakiya li Nisêbînê li xwe girt

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Gelhat Gever çalakiya sabotajê ya di14’ê Tebaxê de li xwe girt a ku li dijî deriyê gumrukê ya di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de hatibû lidarxistin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Gelhat Gever bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan di 14’ê Tebaxê de li Nisêbînê li dijî deriyê gumrukê çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ev derî him avahiya gumrukê bû, him çete ji vir derbas dibûn û him jî navenda hêzên paramîlîter ên Tirk û MÎT’ê û. Di vê çalakiyê de li herêmê li ser hev teqîn pêk hatine û agir bi avahiyê ketine. Di encama vê çalakiyê de avahî û herêm îmha bûye û ekîban nekarîne şewatê bitefînin. Piştî çalakiyê yekîneya me bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.

Di sala 2014’an di vî deriyê gumrukê de çeteyên DAÎŞ’ê ji ser sînorê Bakurê Kurdistanê êrîşî Rojava kirin û mirov qetil kirin. Vî deriyê gumrukê ya ku çalakî lê hatiye kirin yek ji van cihên derbasbûnê ye. Ev der bûye navenda çeteyan û qetlîamên li ser gelê Kurd.

Ev çalakî ji bo bibîranîna Şehîd Gelhat Gever hatiye kirin ê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Nisêbînê piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûbû.”