Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ya ku anîn serê Ermeniyan niha tînin serê Efrîniyan

Malbata Sadiye Îbrahîm yek ji Ermeniyên ji Rihayê ye ku ji qirkirina 1915'an rizgar bûye. Îbrahîm dibêje, "Ya ku wê wextê anîn serê me, niha tînin serê Efrîniyan."

Sadiye Îbrahîm a 64 salî ya ji Amûdê got, tevî ku 103 sal di ser re derbas bûne jî êşên wan hê taze ne û diyar kir, bi zext û zilma li Efrîniyan tên kirin re êşa wan girantir bûye.

Bavê Sadiye Îbrahîm yek ji Ermeniyên ji Rihayê ye ku ji Qirkirina 1915'an rizgar bûye. Dayika wê jî Kurd e. Sadiye Îbrahîm li Amûdê ji dayik bû û nih ali Qamişloyê dijî. Xwe bi nasnameya xwe ya Ermenî dide naskirin. Bi gotina "Zarokên min, eslê xwe ti carî ji bîr nekin" a bavê xwe mezin bûye. Êşa ku bavê wê, gelê wê kişand, niha ew bi xwe jî dijî. Sadiye Îbrahîm dibêje, "Mîna sala 1915'an îro jî li Efrînê mirov ji cih û warê xwe tên dexistin, tên kuştin, jin û zarok tên revandin."

Dayika Sadiye bi bîr dixîne ku ji malbata wê tenê bav û metka wê ji Qirkirina Ermeniyan rizgar bûne û wiha dewam dike: "Heta ku ez diçûm pola 6'an min bavê xwe timî bi rengekî xemgîn didît. Min rojeke wî ya xweş nedît. Ji bo malbata xwe bibîne li her derê dipirsî. Em 6 xwişk û bira bûn. Ji me re timî qala van çîrokan dikir. Digot, 'Zarokên min, hûn eslê xwe ji bîr nekin. Belê îro hûn Misilman in, lê belê hûn Ermenî û Xiristiyan in'. Ji ber ku malbata ew girt jî timî veşartibû ku ew Ermenî ne. Xwe weke Misilman nîşan dabûn. Ji ber ku Tirkan li ku derê Ermen dîtibûna yekser ew dikuştin.

NAYÊ JIBÎRKIRIN

Çîroka bavê min gelekî giran û bi êş bû. Hê jî dilê me dişewitîne. Ev bû 103 sal, lê birîna me hê rehet nebûye. Bavê me timî bi me re ye. Zarokên me, neviyên me jî wê bi vê birînê mezin bibin. Em ê ti carî ji bîr nekin ku Tirkiyeyê ev yek aniye serê me.

BI EFRÎNÊ RE BIRÎNA ME JI NÛ VE VEKIRIN

Em îro di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de nasnameya xwe ya Ermenî bi rengekî azad îfade dikin û dijîn. Ya ku anîn serê me niha jî tînin serê Efrîniyan. Tiştên ku li Efrînê kirin, birîna me ji nû ve vekirin. Kes li ber ranebû. Dibe ku em her tiştî nabihîzin, lê belê zilmeke giran li gelê Efrînê dikin. Wan ji cih û warê wan derdixînin û li pêş çavên wan hinekî din tînin li malên wan bi cih dikin. Çawa ku Ermenî ji cih û warê wan derxistin, hinekî din li şûna wan bi cih kirin û navê wê derê guhertin, niha jî li Efrînê heman tiştî dikin."