Bi amadebûna mamoste û xwendekarên Efrîn û Şehbayê ji gundê Wehşiyê ji bo şermezarkirina komkjiya Til Rifat a dewleta Tirk pêk anîbû ber bi navenda leşkerî ya Rûsya ve meşiyan.
Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bi Peymana Tirkiye û Rûsya zarok tên qetilkirin’ hatin berzkirin.
Piştî ku meş gihişte pêşiya navenda Rûsan ji bo cangoriyê azadiyê deqeyek rêz hate girtin û daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê xwendekar Zeyneb Lûlû û Şehma Reşîd ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser van xisûsan: “Dibistan û pêlîstikên me zarokên Efrîn û gundewarên wê hatin topbarankirin. Xeyalên me yên sibrojê hatin tinekirin û bi dehan zarokên Efrînê û hevalên me bi deste dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin qetilkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de bal kişand ku dayik û bav çîrokên koçberî û êşan ji bo wan vedibêjin.
Her wiha bang li dewleta Rûsya hate kirin ku mafê zarokan biparêzin û ev hate gotin: “Em bang li hemû mirovahî û rêxistinên mafê zarokan dikin ku êşên me hîs bikin û qetilkirina zarokên Efrînê mîna zarokên xwe hîs bikin. Wêneyên zarokên tên qetilkirin bînin ber çavên xwe û wilo bifikirin.”
Piştî daxuyaniyê çelengekek reş ji aliyê xwendekaran ve li pêşiya navenda leşkerî ya Rûsya hate danî. Çalakî bi dirûşmên ‘Zarokan nekujin’ bi dawî bû.