Xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo Ocalan li qandan bû-NÛ BÛ

Bi bihîstina ku agir bi Girava Îmralî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên din lê tên ragirtin ketiye, di serî de li Kurdistan û gelek deveran Kurdistanî daketin qadan û banga rê bidin bila parêzer û malbat biçin Îmralî kirin.

Bi bihîstina agir bi Girava Îmralî ketiye li Başûrê Kurdistanê jî welatî daketin qadan. Di ser vî bingehî li Hewlêr, Silêmanî, Kelar û Ranya çalakî hatin kirin. Her wiha li Şengalê jî saziyên siyasî daxuyanî dan.

HEWLÊR

Li Hewlêrê welatî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn û çalakiyek kirin. Di çalakiyê de endamên Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê jî cihê xwe di çalakiyê de girtin.

Di çalakiyê de çalakvanên siyasî Hawrê Ferîdûn axivî û fikarên xwe yên ji şewata li Îmraliyê anî ziman. Ferîdûn bang kir divê bi lezgîn hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din bê kirin.

SILÊMANÎ

Li Silêmaniyê di pêşengiya Tevgera Azadiyê de piştî bihîstina şewata li Girava Îmraliyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, bi armanca têkildarî rewşa Ocalan agahî bê wergirtin meşeke girseyî hat lidarxistin.

Di meşê de tevî nûnerên hizb, partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, bi sedan kes amade bûn.

Meşa li ber Baxê giştî destpê kir bi dirûşmên, “Bê Serok Jiyan Nabe”, "Erdogan baş bizane, Rêber Apo xeta me ya sor e”, “Bijî Rêber Apo” heta ber deriyê Serayê dewam kir.

Piştî meşê li ber Mizgefta Mezin a Silêmaniyê, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla daxuyaniya Komîteya Amadekar a Çalakiyê pêşkeş kir.

Mihemed Ebdulla der darê şewata li Îmraliyê de got ku ev komployeke li dijî Rêberê Gelê Kurd e.

Ebdulla bal kişand ku bi çalakî û wergirtina helwestan dikarin vê komployê hilweşînin û daxwaz ji hemû aliyan kir ku çalakiyên nerazîbûnê berdewam bikin.

KELAR

Piştî bihîstina şewata li Girava Îmraliyê Komîteya Azadî ji bo Ocalan li Parka Qela ya navçeya Kelar a girêdayî îdareya Germiyan çalakiyek li dar xist.

Herêm Mehmud ê li ser navê komîteyê daxuyanî da got: “Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Her komplo û metirsiyeke li ser Rêber Apo em weke li ser tevahî gelê Kurd û hemû destketiyên me yên li her çar parçeyên Kurdistan dibînin. Lewma em daxwaz dikin parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin.”

Herêm Mehmûd daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan û bi taybet ji CPT’ê kir ku bikevin nav tevgerê û got: “Ji bo agahiya me ji rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Apo hebe divê bêdeng nemînin. Eger ev pêk neyê em ê bi çalakiyên curbicur bersiveke tund bidin dewleta dagirker a Tirk.”

RANYA

Di saetên êvarê de li nava Baxê Giştî yê navçeya Ranyayê bi dehan welatî ji bo ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî were girtin çalakiyek lidarxistin.

Di çalakiyê de Hevserokê Herêma Raperîn yê Tevgera Azadî Xalid Mistefa axivî û got: “Di saetên sibehê de li Girava Îmraliyê şewat derketiye, heya niha dewleta Tirk a dagirker têkildarê şewatê ti daxuyaniyek nedaye. Gelê Kurd ji bo selametiya Rêber Apo ketiye nava fikaran. Ji berku li cem hemû kesên azadîxwaz Rêber Apo îradeyek bihêze. Bila dewleta Tirk baş bizane Rêber Apo ji bo gelê Kurd û azadîxwaz xeta sore û wê keseke nikaribe tiştek jê bike.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî serok Apo, li gel te ne ey serok” bi dawî hat.

ŞENGAL

Li Şengalê jî MXŞD û TAJÊ bi heman armancê daxuyanî da.

MXŞD got: “Îro li Girava Îmralî agir derketiye, em bi gumanin ev bûyer berdewamkirina komploya li dijî Rêber Apo ye. Îro em ji jiyana Rêber Apo bi gumanin. Lewra em bang li tevahiya navendên cîhanê, saziyên mafê mirovan dikin, ji bo em ji jiyana rêbertî agahar bibin demildest hevdîtin bi Rêber Apo re bêne kirin. Em wek gelê Êzidî jiyana Rêber Apo ji bo me gelek giringe. Her metirsyek li ser jiyana rêbertî hebe, di heman demê de metirsî li ser tevahiya gelê azadîxwaz û bi taybet civaka me ya Êzdiye. Îro em dibnin bi vî agirê ku li Îmralê ketiya jiyana bi hezaran kesî di nav metirsiyê de ye, ji ber ku rêbertî ji bo tevahiya mirovahiyê giringe. Ji bona wê em bang li civaka Êzidî dikin xwedî li Rêber Apo derkevin û heya ku agahî ji rewşa rêbertî neyê girtin dakevin qadan.”

Li navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê gelek jinên di pêşengiya TAJÊ de kom bûn, 

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Îro li Girava Îmraliyê şewat derketiye. Ev tiştekî normal nîne. Pêwîst e tevahî cîhan û bi taybet jinên Êzidî rabin ser piyan, xwedî li Rêberê xwe derkevin. Heta agahiyek ji Rêberê me neyê divê kes li mala xwe rûnenê. Em dizanin ku destê dijminan di vî agirî de heye.Di rojên herî zehmet de şagirtên Rêber Apo em ji mirinê xelas kirin. Îro metirsî li ser jiyana Rêber Apo heye. Pêwîst e ji 7 salî heta 70 salî xelkê Êzidî rabin ser piyan.”

KERKÛK-ÇEMÇEMAL

Ciwanên Kerkûk û Çemçemalê ji bo Ocalan daketin qadan û çalakî kirin.

Ciwanan daxuyaniyek da û diyar kir ku şewata li Îmraliyê berdewama Komploya Navneteweyî ye. Ciwanan got: “Armanca agir tinekirina Rêber Apo ye. Em vê yekê qebûl nakin. Em amadene ku ji bo Rêber Apo canê xwe feda bikin. Em ji bo dewleta Tirk radigihînin ku em ê her derê bikin agir û bi canê xwe Rêber Apo biparêzin.”

Ciwanan bang li her kesê kir ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.

Çalakiya ciwanan bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.