Wesayita bombebakirî hate rûxandin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxa Nezlet Şehade ya Reqayê wesayiteke bombebarkirî rûxandin. Li vê taxê şer giran e.

Şervanên QSD'ê, li taxa Nezlet Şehade ya li eniya başûr a Reqayê, wesayiteke bombebarkirî ya DAIŞ'ê bêyî bigihêje armanca xwe ji dûr ve teqandin.

Şerê li vê taxê dewam dike. Şervanên QSD'ê, ku xetên parastinê yên çeteyan şikandine her bi pêş ve diçin. Li kolanên taxê yên hatine rizgarkirin, operasyona paqijkirina ji teqemeniyan tê meşandin.

Li Reqayê duh jî 4 wesayitên bombebarkirî hatibûn rûxandin. Di şerê duh de 35 çete hatibûn kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê roja 6'ê Hezîranê dest pê kir. Bi qasî nîvê bajêrê ji aliyê QSD'ê ve hatiye kontrolkirin.