Wênevanê Kanadayî wêneyê şervanên jin ên Kurd kişand

Wênevanê Kanadayî Joey Lawrence ku weke yek ji 30 wênevanên li dinyayê yên divê bên şopandin tê qebûlkirin, wêneyên ku ji sala 2015'an ve li Kurdistanê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de kişandiye kir pirtûk.

Wênevan Joey Lawrence ku li Kanadayê ji dayik bû û bi salan e li bajarê New York ê DYE'yê ye, dema ku şervanên Kurd bihîst destpêkê matmayî ma. Ji sala 2011'an ve pêvajoya ku jê re 'Bihara Ereb' tê gotin dişopand. Di dawiya sala 2012'an de bihîst ku jin û mêrên Kurd hem li dijî rejîmên li Rojhilata Navîn hem jî li dijî komên cîhadîst têdikoşin.

Dema ku di medya civakî de wêneyên şervanên Kurd dît pirsa "Ev kî ne û çawa dikarin ku di heman demê de li dijî ewqas hêzan şer bikin?" kir. Di Adara 2015'an de biryar wergirt ku biçe gel van şervanan û wan bibîne. Di nava 4 salan de 4 caran çû Kurdistanê û bi taybetî têkoşîna şervanên jin ên Kurd şopand. Wênevan Joey Lawrence ev karê xwe di pirtûkekê de kom kir û navê 'We Came From Fire" (Em ji agir hatin) lê kir.

Wênevan Joey Lawrence ji rojnameya Vice ya Kanadayî re qaşa çavdêriyên xwe yên der barê şervanên HPG, YJA Star, YPG, YPJ û QSD'ê de kir û got, "Min qet zehmetî nekişand ku wan nas bikim û bi wan piştrast bim. Ji kêliya destpêkê ve min got, dema bi van mirovan re bim ez ewle me." Lawrence ku hewl da portreyên şervanan amade bike got, "Bi samîmî temaşe dikirin, ji ber ku ne pêwîst bû ku bi heneko bikenin. Li eniya şer jî timî dikeniyan."

'MIN XWEST NÎŞAN BIDIM KU ÇANDA XWE ÇAWA PARASTINE'

Wênevanê Kanadayî anî ziman ku wî di pirtûka xwe de wêneyên şervanên Kurd weşandiye, bi vî rengî xwestiye nîşan bide ku çanda Kurdan çawa hatiye parastin û got, "Wan di heman demê de çanda xwe jî li dijî komên mîna DAÎŞ'ê parastin. Min xwest vê yekê jî nîşan bidim."