Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkildarî ewlehî û tenduristiya wî agahiyek zelal bê girtin, bi hezaran gelê Kantona Qamişlo yên ji bajarên Qamişlo û navçeyên Amûdê û Tirbespiyê meşiyan. Meş li navçeya Tirbespiyê hate destpêkirin.
Meş ji Akademiya Şehîd Yekta Herekol destpê kir û meşvanan dirûşmeyên şermezarkirina faşîzma Tirkiyê û her wiha dirûşên dilsoziya bi Ocalan re qîr kirin.
Meş li rojhilatê navçeyê rawestiya û li wir deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê TEV-DEM′ê Mizgîn Ehmed axivî û diyar kir ku derketina bi hezaran gelê herêmê li kolanan bersiveke herî tund a li hember faşîzma Tirkiyeyê ye.
Li ser navê gelê Ereb jî Hisên Sada axivî, bang li tevahî gelên Bakurê Sûriyê kir ku piştgiriya Ocalan bikin û wiha got: ″Bi saya felsefeya Ocalan gelên herêmê ji terorê hatin rizgarkirin. Dewleta Tirk li dijî vîna gelê Sûriyê radiweste û axa Sûriyê dagir dike″.
Hesen di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku hêzên QSD′ê bajarê Îdlibê ji dagirkeriya Tirk, rizgar bikin.
Meş bi dirûşmeyên ″Bê Serok jiyan nabe″ û Azadiya Rêbertiyê azadiya jinê ye″ bi dawî bû.