Wekîlê Swîsreyî ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk bang kir

Wekîlê Swîsreyî yê ji Partiya Sosyalîst Carlo Sommaruga got, "Rêya herî xurt û baş a pêşîgirtina li rejîma Erdogan, aborî ye" û bang li gelên Swîsreyê û Ewropayê kir ku tûrîzma Tirkan boykot bikin.

Hêz û kesayetên ku aboriyê weke rêya sereke ji bo pêşîgirtina li polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk dibînin, ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk bangê dikin. Wekîlê Partiya Sosyalîst ê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê (SP) û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Carlo Sommaruga got, "Rêya herî xurt û baş a pêşîgirtina li rejîma Erdogan, aborî ye." Sommaruga ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk bang li gelên Swîsre û Ewropayê kir.

Sommaruga got, "Rejîma Erdogan îdîa dike ku ew bi rêyên demokratîk hatiye hilbijartin û bi vî rengî welêt bi rê ve dibe. Lê belê demeke dirêj e ku rejîma Erdogan bi rengekî demokratîk tevnagere." Sommaruga diyar kir, ji ber kiryarên antî demokratîk ên Erdogan, Tirkiye niha di nava rewşeke tengav a aboriyê de ye û got, "Aboriyeke qels wê piştî demekê rejîma Erdogan lawaz bike."

'RÊYA HERÎ BI BANDOR A PÊŞÎGIRTINA LI ERDOGAN ABORÎ YE'

Sommaruga destnîşan kir ku yek ji rêyên herî bi bandor ên pêşîgirtina il Erdogan ku bi rengekî demokratîk tevnagere, aborî ye û wiha dewam kir: "Yek ji qadên ku tevkariyeke girîng li aboriya dewletê dike, tûrîzm e. Lewma em weke gelên Swîsre û Ewropayê divê ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê û destekê nedin xurtbûna rejîma Erdogan. Bi boykotkirina tûrîzma Tirk re em dikarin pêşî li kiryarên rejîma Erdogan bigirin. Gelên Swîsre û Ewropayê divê qîma xwe tenê bi boykotkirina tûrîzmê nînin, pêwîste li dijî rejîma Erdogan bikevin nava liv û tevgerê."

Sommaruga got, gelekî girîng e ku gelên Swîsre û Ewropayê bi pereyên xwe rejîmeke otorîter û bêhurmet a li dijî demokrasî û mafên mirovan xurt nekin. Sommaruga bi dewamî got, "Li şûna Tirkiyeyê, ji bo betlaneyê welatên weke Yewnanîstan û Tûnis dikare bê hilbijartin."

'DESTEKA JI BO TÛRÎZMA TIRK, DESTEKA JI BO ŞER E'

Parlamenter Sommaruga got, "Divê em ji bîr nekin ku destekeke biçûk a ji bo aboriya Tirkiyeyê wê rejîma Erdogan gelekî xurt bike" û wiha dewam kir: "Ev dewleta ku hûn bi aboriyê desteka wê dike, li nava welêt zext û zordariyê li siyasetmedar, rojnamevan û akademîsyenên mûxalîf ên mîna Erdogan nafikirin dike. her wiha li derveyî sînor jî tevî cîhadîstan li dijî gelê Kurd şerekî mezin dike. Ji bo betlane û bêhnvedanê çûyîna Tirkiyeyê tê wateya desteka ji bo van polîtîkayên Erdogan."