Turkdogan: Hûn çima li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in?

Turkdogan di Lijneya Giştî ya ÎHD’ê ya Asayî ya 17’emîn de axivî û ji parêzerên mafên mirovan re rexneya ku ‘Hûn çima li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in?’ kir.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, 17'emîn kongreya xwe ya asayî li salona TMMOB'ê ya Buyukent a Stenbolê pêk anî. Di kongreyê de Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Eren Keskin û Ozturk Turkdogan, Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Nûnerên Egîtîm Sen, Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên windayan amade bûn. Li salonê pankartên “Ji Rewşa Awarte, şer û tundiyê re na, Ji bo mafên mirovan hema niha aştî" vekirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

ÎHD 32 SAL IN JI BO PARASTINA MAFÊ MIROVAN DIXEBITE

Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku ÎHD'ê di têkoşîna 32 salan de ji bo parastina mafên mirovan û li dijî îhlalan rolek mezin da ser xwe. Yolerî, da zanîn ku wan li dijî Rewşa Awarte û binpêkirina mafan ên zêde bûne têkoşînek zêde dan. Yolerî, anî ziman ku sala par di kongreya giştî de bi dirûşmeya “Em di rewşa rêveberiya awarte de hatin avakirin, em bi Rewşa Awarte re berdewam dikin. Ev hevok rewşa Tirkiyeyê baş pênase dike. ÎHD ji roja hatiye avakirin heta niha di parastina mafên mirovan û li dijî îhlalan rolek mezin daye ser milê xwe."

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku li dijî binpêkirina mafan têkoşîna parastina mafên mirovan dimeşînin û wiha got: "Têkoşîna me karekî wîcdanî û edaletê ye. Min îro Namzetê HDP'ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş ziyaret kir. Di serdema berê de dema bû namzet hat komeleya me ziyaret kir. Lê vê carê mixabin nekarîbû bê me ziyaret bike. Ji ber ku nekarîbû me çû ew ziyaret kir. Ev mînaka herî li ber çavan a bê edaletîyê ye." 

‘HÛN ÇIMA LI HEMBERÎ TECRÎDA LI SER OCALAN BÊDENG IN?’

Turkdogan, bal kişand ser tecrîda Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Em nasnameya Abdullah Ocalan deynin aliyekî. Berî her tiştî mirov e. Ji ber mirov e mafê wî yê mirovî heye. Divê ev mafê wî yê mirovî bê parastin. Divê karibe sûdê ji vî mafê xwe bigere. Hûn çima li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in? Ev rewş nayê qebûlkirin. Dema em ji girtiyekî ji rêzê mehekê agahî nestînin çi dibe. Her kes dengê xwe bilind dike. Lê wê demê çima hûn dengê xwe li dijî vê tecrîdê bilind nakin? Divê teqez ev tecrîd bi dawî bibe. Pêkanînên li ser Îmraliyê ji ber şertên Rewşa Awarte li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Em nikarin vê rewşê qebûl bikin."

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: "Me wekî parezvanên mafên mirovan her dem dît ku dewleta ku bi Serokwezîr û wezîran derdikeve pêş û dewleta ku nayê dîtin a rastîn heye. Em dikarin navê cuda li vê yekê bikin. Yekem car dewleta kûr bi dewleta li ber çavan re li hev dike. Ev dewletek nû ye. Herdu dewlet bûne yek û mafên mirovan binpê dikin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin pir girîng e."