Tirkmenên li Minbicê: Em naxwazin Erdogan û çeteyên wî bibînin

Tirkmenên li Minbicê destnîşan dikin ku ji her demê bêhtir ew azad in û dibêjin, "DAÎŞ Erdogan e. Ji bilî terorê Tirkiye tiştekî nade me. Em Tirkiyeyê naxwazin."

Tirkmenên li Minbicê diyar kirin ku ew naxwazin leşker û çeteyên Tirk li Minbicê bibînin û destnîşan kirin ku weke gelên Minbicê ew bi hev re bi rengekî azad û wekhev dijîn.

Serokê Komeleya Tirkmenên Minbicê Servet Sabrî anî ziman ku di dema DAÎŞ'ê de Tirkmenên li Minbicê jî mîna gelên din zilmeke mezin dîtin, lê niha bi gelên din re weke xwişk û bira dijîn. Servet Sabrî got, "Dema destpêkê ku DAÎŞ'ê Minbic dagir kir, em li Minbicê bûn. Piştre me nema karîbû xwe li zilma wan rabigirin û em reviyan. Me dît ku DAÎŞ serê mirovan jê dike, êşkenceyê li jin û zarokan dike û qîmetê kesekî nizane. Ji bo ji nava lepên DAÎŞ'ê rizgar bibin, em hemû tevlî pêngava rizgarkirina Minbicê bûn. Her wiha fermandarê me yê Tirkmen Botan Tirkmen jî di pêngavê de şehîd bû. Bi desteka QSD/YPG/YPJ'ê me Minbic rizgar kir."

ERDOGAN DEMA DAÎŞ'Ê LI KU BÛ?

Servet Sabrî da xuyakirin ku wan li Minbicê sîstema xwe ava kirine, bi rengekî xweş dijîn û li ser planên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê got, "Li Minbicê teror nîne. Dewleta Tirk îdîa dike ku teror li vir heye. Dema DAÎŞ li vir bû, teror hebû. Dema ku DAÎŞ'ê teror dikir, Erdogan û leşkerên Tirkiyeyê li ku bûn? Dema ku DAÎŞ'ê serê mirovên me yên sivîl, zarokên me, jinên me jê dikir, ew li ku bûn? Çima em rizgar nedikirin? Em guh nadin Erdogan û ti karekî xwe li vir nîne. Em ne wî ne jî çeteyên wî dixwazin. Niha li vir ne çete heye, ne jî teror. Em Ermenî, Ereb, Tirkmen bi hev re di nava aramiyê de dijîn."

MINBIC ÊDÎ AZAD E

Fatma Tirkmen jî anî ziman ku weke jinên li Minbicê hewl didin birînên di dema DAÎŞ'ê ve vebûn, bipêçin. Fatma Tirkmen diyar kir, di dema DAÎŞ'ê de ew li Minbicê bû, mêr li meydanan dihatin kuştin û serê wan dihatin jêkirin, jiyan li jinan hatibû herimandin û got, "Di dema operasyona rizgarkirina Minbicê de, gava DAÎŞ li vir bû me berê xwe dan nava QSD'ê. Lê belê DAÎŞ'ê rê mayin kiribû. 8 zarokên apê min, xwişk û xizmên min pê li mayinan kirin û mirin. Du pismamên min di destê DAÎŞ'ê de ne û 3-4 sal in em agahiyê jê nagirin. Bi hatina QSD'ê re bêhn hate ber me. Em niha qet natirsin. Em êdî azad in."

EM DAÎŞ'Ê Û BAVÊ DAÎŞ'Ê NAXWAZIN

Fatma Tirkmen destnîşan kir ku jinên Minbicî yên ji DAÎŞ'ê rizgar bûne êdî li her qada jiyanê hene û diyar kir, ew DAÎŞ'ê û dewleta Tirk ku bavê DAÎŞ'ê ye naxwazin. Tirkmen got, "Jin êdî dixebitin û meclîsên jinan vebûne. Dema ku şîdet li jinekê dibe, jin serî li meclîsa jinan dide û kî sûcdar be meclîs li gorî wê biryarê dide. Wekî din jin dibin xwedî kar, ji xwe re kargehan vedikin. Yên dixwînin jî dikarin bibin mamoste û li nexweşxaneyan bixebitin. Tirkiye dixwaze dîsa DAÎŞ'ê bîne ser serê me. Ji ber ku ew bi xwe DAÎŞ e. DAÎŞ kurê Tirkiyeyê ye, bavê DAÎŞ'ê  dewleta Tirk e. Hatina Tirkikyeyê tê wateya hatiya DAÎŞ'ê. Em naxwazin Tirkiye bê."