Tirkiye nexweşên bi vîrûsê ketine dibe Rojava
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa got, dewleta Tirk nexweşên xwe yên bi vîrûsa koronayê dibe nexweşxaneya li Serêkaniyê û bi vî rengî sûc dike.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa got, dewleta Tirk nexweşên xwe yên bi vîrûsa koronayê dibe nexweşxaneya li Serêkaniyê û bi vî rengî sûc dike.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mûstafa bal kişand ser metirsiya peydabûna nexweşên bi vîrûsa koronayê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku li gorî derfetên xwe wan amadekarî kirine, tevdîr girtine. Dr. Mûstafa got, "Derfetên me nînin ku em li pêşiya şewbeke bi vî rengî bisekinin."
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mûstafa ji ANF'ê re axivî.
Dr. Mûstafa bi bîr xist ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 9 sal in di nava şer û dorpêçiyê de ye û got, "Şewba ku Sûriye jî di nav de li Rojhilata Navîn belav bûye rojane dibe sedema mirina mirovan. Piştî ku şewb gihîşt Rojhilata Navîn me deriyên sînor girt. Em destûrê nadin ku kes xwe nêzî sînorên me bike. Li tevahiya herêmê rêwîtiya li navbera bajaran hatiye rawestandin. Qedexeya derketina derve didome. Karên dezenfteyê tê kirin, li gorî derfetên xwe me amadekarî kir. Bi saya tevdîrên hatine wergirtin heta nih ali herêmê nexweşek nehatiye dîtin.
Bêguman her tim ihtimal heye ku li herêmê nexweşên bi vîrûsa koronayê bên dîtin. Di rewşeke wiha de derfetên me yên tedawiyê, malzemeyên tibî, personelên tenduristiyê û derfetên madî kêm in. Derfetên me nîne ku em li ber şewbeke wiha bisekinin.
Mesela li devereke mîna Şehbayê derfetên tenduristiyê gelekî kêm in. Derfetên heyî têra xizmetên rojane jî nakin. Herêm dorpêçkirî ye."
Têkildarî hejmara nexweşxane, personelên wan û derfetên testê jî Dr. Ciwan Mûstafa got, "Ji bilî nexweşxaneyên taybet 14 nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser hene. Nexweşxane li gorî şert û mercên herêmê û pêwîstiyan hatin amadekirin. Nexweşxane û servîsên lezgîn 24 saetan xizmetê didin. Li nexweşxaneyan ji 40 heta 200 personelên tenduristiyê wezîfedar in. Di encama karekî hevpar ê Komîteya Tenduristiyê û saziya PIS a Swêdê de, amûrek ku vîrûsa koronayê tespît dike hate afirandin. Di navbera 30 heta 60 kêliyê de 80 heta 85 ji sedî encamên rast eşkere dike. Ev amûra testê li navendên tenduristiyê hemûyan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hene. Ji bo tespîta 100 ji sedî ya vîrûsê pêwîstî bi hin cîhazên cuda hene. Ji bo em van cîhazan bînin herêmê, hewl didin. Ji ber ku herêm dorpêçkirî ye û sînorên welatan girtî ne, pirsgirêk hene. Ev yek pirsgirêka herî mezin e li pêşiya me. Personelên me yên perwerdekirî yên karibin li hemberî vîrûsê têbikoşin nîne."
Dr. Ciwan Mûstafa destnîşan kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heta niha ti alîkarî bi wan re nekiriye.
Li ser rewş û rîska li kampan jî got, "Vîrûsa koronayê li deverên qelebalix dikare bi hêsanî belav bibe. Li kampên li herêmê bi sed hezaran mirov dimînin. Ev yek jî rewşeke gelekî metirsîdar e. Zêdeyî 70 hezar kes (Piraniya wan malbatên DAÎŞ'iyan) li kampa Holê ne, ku kampa herî mezin a li herêmê ye. Kampa Holê qadeke metirsîdar e. Derfetên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşîgirtina şewbê li kampan kêm e. Li Kampa Holê welatiyên ji 44 welatan hene. Berpirsyariya 44 dewletan û Koalîsyona Navneteweyî di vê der barê de heye."
Dr. Ciwan Mûstafa li ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker jî got, "Li gorî agahiyên dawî yên gihîştin ber destê me li Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê navendeke karantînayê ji bo kesên bi vîrûsê ketine hatiye amadekirin. Kesên ku bi vîrûsê ketine birine wê derê. Ev yek ji bo herêmê metirsiyeke mezin e. Dewleta Tirk sûc dike."