Tirkiye çeteyan ji bo şandina Keşmîrê amade dike

Dewleta Tirk, piştî Qerebax û şûnde çeteyên Sûriyeyê amade dike ku li gel Pakistanê li dijî Hindistanê bide şerkirin bişînin Keşmîrê.

Dewleta Tirk piştî Lîbya, Azerbeycan, Qerebax, Yemen û Başûrê Kurdistanê niha jî ji bo li dijî Hinidistanê şer bikin çeteyan amade dike ku bişîne Keşmîr a niha statûya wê di nava gotûbêjê de ye.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên xwecihî girtî, ji çeteyên ku di bin sêwana Artêşa Mîllî ya Sûriye (AMS) de ye Serçeteyê Tûgayên Suleyman Şah Ebû Emşa berî 5 rojan ji bo çeteyên Efrîn û Şiye ragihandiye ku dewleta Tirk xwestiye ku teqwiyeyî Keşmîrê bikin.

Serçete Ebû Emşa diyar kir ku piştre serpelên Tirk wê ji serçeteyên komên din wê navê çeteyên ku dixwazin biçin Keşmîrê bixwazin.

Ebû Emşa anî ziman ku çeteyên girêdayî wî yên biçin wê taybet biçin, wê 2 hezar dolar bê dayîna wan. Ebû Emşa ji bo çeteyên li Şiyê jî ragihandiye ku Keşmîr jî mîna Qerebaxê herêmeke çiyayî ye.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku ev xebata dewleta Tirk demekî kin li Ezaz, Cerablûs, Bab, Efrîn û Îdlibê birêve biriye, çeteyên biçin navê wan hatiye amadekirin û  hatine hilbijartin wê veşarî bê derbaskirin.

Dewleta Tirk di mijara Keşmîrê ya di navbera Pakistan û Hindistanê de wê li gel Pakistanê cih bigire. Pakistanê di êrîşên dagirkeriyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li gel Tirkiyeyê cih girtibû. Ajansa Anadolû (AA) ya fermî a dewleta Tirk nûçeyên mîna mijara Keşmîr a li navbera du welatan mîna pirsgirêka Qerebaxê ye nûçe servîs dikin.

PIRSGIRÊKA KEŞMÎR

Sewqkirina çeteyan a dewleta Tirk a ji bo Keşmîrê di demekê de ye ku di navbera Pakistan û Hindistanê de nakokî zêde dibe ye. 132ê Mijdarê her du welatan li pêşberî hev li herêma Keşmîrê hev dabûn ber topan. Di vê êrîşê de bi kêmanî 13 kes hatibûn kuştin, bi dehan jî birîndar bûbûn. Şer û bomberdûman li Azad Keşmîr (Pakistan) û Cammû Keşmîr (Hindistan) li xeta 740 kêlometre xeta petrolê qewimî bû. Berî 5 rojan li vê xetê 3 leşkerên Hindî û 3 serhildêr li ser vê xetê di şer de hatibûn kuştin.

Keşmîr di navbera Hindistan û Pakistanê de ji serxwebûna sala 1947’an û vir ve hatiye parçekirin. Nelihevkirina li ser Kaşmîrê ji wê dîrokê û vir ve dewam dike û yek ji 3 şerê herî mezin yên di nava her du welatan de qewimiye du jî li ser vê bû. Her du welat jî dixwazin kontrola Hîmalayan bi temamî bixin destê xwe. Hindistan a piranî misilman in, zêdetirî 30 sal in, li dijî Kaşmîriyên ku têkoşîna serbixwebûnê dikin şer dike. Piranî sivîl bi deh hezaran kes ji ber  vî şerî mirin.

TIRKIYE LI PAKISTANÊ AKTÎF DIBE

Di nava salên dawî de têkiliyên di navbera Tirkiye-Pakistanê de xurt dibe. Li dijî Fransa ya bûye hedefa êrîşên cîhadî Pakistan, Tirkiye û Qeter li heman eniyê ne. Her wiha Pakistan, Tirkiye û Malezya di Îlona 2019’an de li ser mijara ‘Li dijî îslamfobiyê têkoşîna kurewî’ li hev kirin û bi rêya televîzyonekê biryara xwe eşkere kiribûn. Wezîrê Karê Peywendiyan ê Tirk Fahrettîn Altûn di daxuyaniya meha Sibatê dabû, diya kiribû ku lihevkirina bazirganî ya Tirkiye-Pakistanê heta sala 2013’an wê bigihêje 5 milyar dolar, destnîşan kiribû ku hedefa wan bihêzkirina aborî ye. Altûn dabû xuyakirin ku di warê parastin û enrjiyê de jî di nav de li ser gelek mijaran li hev kirine.

Her wiha dewleta Tirk bi armanca naskirina parçeyê Bakurê Qirbrisê ya ku dagir kiriye li Pakistan û Bangledaşê jî aktif bûye. Di meha Mijdarê de meydyaya girêdayî rejîma Erdogan diyar kiribû ku ‘Piştî serketina li Qerebaxê û şûnde’, li Bakurê Qibris a Komara Tirkiyeyê (KKTC) ‘wê ji aliyê welatên cîran ve bê nasîn’ parvekiribûn.