Tevgera Azadî têkildarî rewşa Herêma Kurdistanê bang kir

Tevgera Azadî bal kişand ser rewşa dawî ya li herêmê û tevgera bi destê PDK’ê û bang li hemû aliyên siyasî kir da ku bi hev re dijî pîlanên dagirkeran derkevin û yekîtiya netewî pêkbînin.

Tevgera Azadî li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku ti hêzek weke PDK’ê rewşa ewlekarî û jiyana vê herêmê têknedaye. Tevgera Azadî da zanîn ku PDK bi bicihkirina pîlanên dagirkeran, ezmûna Herêma Kurdistanê têk dide. Tevgera Azadî bang li hemû aliyên siyasî kir da ku bi hev re dijî pîlanên dagirkeran derkevin û yekîtiya netewî pêkbînin.

Tevgera Azadî li baregeha xwe ya bajarê Silêmaniyê, li ser rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê û bê helwestiya Hikumeta Herêma Kurdistan ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Li gorî me ti hêzek qasî PDK’ê rewş, ewlekarî, derûnî û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê têk nedaye. Ti aliyek weke PDK’ê ezmûna vê herêmê ber bi xirabûnê ve nebiriye û bêrêziyê li hemberî xwîna hezaran şehîd nekiriye. Ji bo vê bê belge naxivîn û belge li pêş çavê me hemûyane.

Ev partî ti zehmetiyan tenê ji bo saziyên xwe nehiştiye û ti hesabek ji bo aliyên di nava desthilatê de jî nake. Tenê diçe Bexda, Enqere û bi navê hikumetê peywendiyên xirab dike. Bazirganiyê bi xak, nasname û destkeftiyan dike û pîlana dagirkeran bicihtîne. PDK ji bilî piştgiriya bi leşkerên dijmin, dijberiya beşên din yên Kurdistanê, têkdana ezmûna gelê me, alîkarî û hemahengiya ji bo bombebaran kirina gund û çiyayên Kurdistanê, herwiha şehîdxistina bi dehan welatiyên sivîl, şewitandina jînge û xwezaya Kurdistanê, beriya çend rojan hêzek taybet bi fermana Tirkiyeyê xistiye nava liv û tevgerê.

Em bang li xelkê welatparêz dikin da ku bi hemû awayekî rê li ber şerek navxweyî bigrin. Em weke hêzek muxalefet ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê, parastina ewlekariya vê herêmê weke erkek xwe dibînin. Hemû aliyên din jî berpirsyarê vê yekê ne.

Bang li aliyên siyasî dikin û dibêjin:

PDK

Em bang dikin ku PDK siyaseta xwe ber çavan re derbaz bike, vê pêngava dijî çalakvan û azadîxwazên navxweyî û dervey welat, bi taybet Hewlêr û Behdînan rake. Li dijî hêzên welatparêz û şoreşgeran vî zimanî dijber bikarneyne. Ji ber ku ev tenê zimanê Baas û dewleta faşîst a Tirke.

YNK

Rêzdaran gelê me bi hezaran şehîd ji bo Kurdistanek azad û demokrat da. Lê îro hêzek bi sera xwe Şengalê difiroşe. Bi tena serê xwe dîplomasiyê dike û bi çarenûsa gelê Kurd bazirganiyê dike. Pere distîne û pîlanên dijmin bicihtîne. Ev jî lewaziya vê kabîneya polîsî derdixe berçavan. Divê hun YNK ji bo rawestandina vê siyasetê xwedî rol bin û rolê xwe bilîzin. Dijî vane hemûyan xeta netewî û demokratîk bigrin ber xwe. Berevajî divê ev hikumet were hilweşandin, yan wezîrên peywendîdar dev ji erka xwe berdin û xwe paş bikêşin. Ji ber ku hebûna we ya di vê kabînê de jî dibe cihê pirsyarê.

TEVGERA GORAN

Di sala 2009’an de welatiyên nerazî yên vî welatî, we kir hêz û nûnerên xwe. Tevgera Goran li ser komek prensîbên girîng bawerî stand. Lê îro hemû ew perensbîb û daxwaza welatiyan hatiye binpêkirin. Gelo hun razîne piştgiriyê bidin vê hikumeta şikestî? Îro rewş ji hemû deman metirsîdartire û em hemû ji encama wê berpirsin. Em bi hêvîne ku bi hevre li pêşiya şerê Kurd û Kurdan bigrîn û yekîtiya netewî çêbikin. Em dikarin azadiya raman derkeve û êdî azadîxwaz, çalakvan nebin qurbanê kêra desthilatê.

HÊZÊN ÎSLAMÎ

Komeleya Îslamî, Bizûtneweya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî, rêzdaran em hemû bi çavê xwe siyaseta vê herêmê dibînin. Em dizanin kê dijmin û dagirkeran parastiye. Çi wek kes çi jî weke hêza siyasî, zext li ser wanin ên ku jiyanek azad û baştir ji bo mirovahiyê dixwazin. Ev daxwaza rewa li gorî ol û yasayê jî rewaye. Ya girîng divê hun jî bibin beşek ji aliyê çêkirin û yekxistina dengê Kurd. Ne ku parçebûn û şerê Kurd bi Kurd. Bêdengî wê were vê wateyê.

HEMÛ HÊZ Û ALIYÊN SIYASÎ YÊN DERVEYÎ DESTHILAT Û KNK’Ê

Ev rewş li ber çavane, dagirkerên Kurdistanê bi DaÎŞ û êrîşên esmanî, nekarîn dijî Şêladiz, Xakurk, Şengal û Heftanînê biserkevin. Ji bo vê îro hewlên din yên dagirkirinê dide. Ev jî bi rêya hevxistina hêzên Kurdan, bêdengkirina dengê azad û helwesta heyî dike. Ji bo ku ev pîlana wan negihi serî û em destkeftiyên gelê xwe bi parêzin, yekdengî take çareseriye. Em bi hêvîne hemû aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelê me, ji bo vî agirî ku Tirkiye xistiye nav komên Başûrê Kurdistanê were vemirandin, bi hevre hewldanên cidî bikin.”