TEV-ÇAND'ê konferansa xwe ya 7'an li dar xist

Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) di navbera 21-28'ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 93 delegeyan konferansa xwe ya 7'an li dar xist.

Tevgera Çand û Hunerê TEV-ÇAND'ê ragihand ku di navbera 21-28'ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 93 delegeyan konferansa xwe ya 7'emîn li dar xistiye.

Encamên konferansê jî bi danezanekê hatin eşkerekirin. Li gorî daxuyaniyê; "Di destpêka konferansê de perspektîfên giştî yên Rêber Apo yên li ser pêvajoyê, çand û hunerê, her wiha peyama Sekreterya Giştî ya PKK'ê hatin xwendin, di çarçoveya van perspektîfan de raporên li ser kar, rojeva siyasî, rola çand û hunerê di têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî de, rewşa kar, pêşnûme biryar hatin nîqaşkirin û rexne, rexnedayin hatin kirin. Li ser vê bingehê jî plansazî û projeyên berfireh hatin destnîşankirin.

Li gel wergirtina biryarên girîng, di rêvebernameya TEV-ÇAND'ê de hin guhertin hatin kirin û rêveberiya giştî ya TEV-ÇAND'ê ku wê du salên bê karê çand û hunerê bi rê ve bibe, hate hilbijartin û konferans bi rengekî serketî bi dawî bû."

'JI ALIYÊ ÇAND Û HUNERÊ VE WÊ BERSIV JI PÊNGAVA DEMA AZADIYÊ YE BÊ DAYIN'

Di encamnameyê de hate destnîşankirin, ku ji bo bersiva herî bi bandor ji aliyê çand û hunerê ve ji bo pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' bê dayin, biryardarî hatiye destnîşankirin û biryar hatiye dayin ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe karê bingehîn ê têkoşîna wan.

Di encamnameyê de hate ragihandin, ku li konferansê di serî de Qasim Engîn, Atakan Mahîr, Zekî Şengalî, Delal Amed û Helmet, di şexsê hunermendên milîtan ên pêşeng ên tevgera TEV-ÇAND'ê Şehîd Sefkan, Mizgîn, Jînda Hewlêr, Yekta, Rêzan Berçem, Xelîl, Delîla, Dilêr, Bawer, Daxistan, Zerdeşt, Viyan, Ronî, Zanîn, Fedakar, Welat, Arjîn, Ronahî, Bager û Rûbar de şehîdên têkoşîna azadiyê, çand û hunerê bi rêzdarî û bi minet hatin bîranîn.

Her wiha hate gotin, "Ji bo bi karê çand û hunerê xwedî li jiyan û berxwedana şehîdan bê derketin biryarên girîng hatin wergirtin, plansaziyên girîng hatin destnîşankirin û biryar hate dayin ku Şehîd Bager Nûjiyan weke 'Sembola Jiyana Hevpar a Enternasyonalîst a Gelan', Şehîd Têkoşer Ereb jî weke 'Hunermendê Pêşeng ê Neteweya Demokratîk' bên qebûlkirin."

Di dewama danezana encamê de wiha hate gotin, "Şerê li herêma me û li çar aliyê welatê me diqewime, girîngiya dîrokî ya karê çand û hunera demokratîk û şoreşger ji her demê bêhtir radixe pêş çavan. Di konferansa me de hate ragihandin, sîstema kapîtalîst modernîst ji bo karibe serwer bibe û sîstema xwe bidomîne hewl dide bi rêya çand û hunerê xwe rewa bike. Heman rêbaz li Kurdistanê jî bi destê dewletên serdest, bi taybetî li dijî Kurdan bi giştî li dijî gelên herêmê tê bikaranîn. Hêzên mêtinger qirker, li dijî destketiyên têkoşîna azadiyê ya Kurd a nîv sedsalê, ne tenê bi operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî, her wiha bi êrişên qirkirina çandî jî dixwazin gelê Kurd bi rengekî topyekûn îmha bikin. Konferansa me destnîşan kir ku li qada çand û hunerê divê têkoşîn û berxwedaneke xurt li dijî hêzên mêtinger faşîst bê meşandin û bang li kadro, hunermend, rewşenbîr-nivîskar, wêjevan û her kesên li qada çand û hunerê dixebitin kir ku ji her demê bêhtir xwedî li nirxên azadî, wekhevî û demokratîk derkevin, li dijî faşîzmê di nava têkoşîne de bibin yek.

HUNERA KU XWE DISPÊRE FERASETA ÇAND-HUNERA KOMUNAL, DEMOKRATÎK Û ŞOREŞGER BÊ XURTKIRIN

Konferansa me li ser bingeha tespîtên Rêber Apo ku di berhema xwe ya bi navê "Di bin zexta qirkirina çandî de parastina Kurdan' destnîşan kir, cihê nirxên Kurd û Kurdistanê li nava çanda mirovahiyê, girîngiya hevgirtina çand û hunerê li nav agelên Kurdistanê bi rengekî şênber destnîşan kiriye. Ji ber vê yekê jî li dijî feraseta sîstema serwer a global ku huner, hunermendî û nasnameya hunerê berevajî kiriye, divê her kesên li qada çand û hunerê pêşengiyê dikin û dixebitin, bi rêbazeke encamgir û radîkal têbikoşin, bi feraseta çand û hunerê ya komunal, demokratîk û şoreşger hunerê xurt bikin.

Konferansa me li ser vê bingehê bal kişandiye ser asîmîlasyon û qirkirina li dijî çand, ziman û nasnameya Kurd û ji bo têkbirina vê polîtîkaya qirêj û pûçkirina êrişan, rol û girîngiya karên çand, huner û wêjeyê destnîşan kiriye. Lewma hatiye ragihandin ku divê TEV-ÇAND ji her demê bêhtir bi rengekî çalak têbikoşe, bi karên xwe yên afirîner, dewlemend ên huner û wêjeyê bi mîsyon û berpirsyariya xwe ya li nava civakê rabe, bi rêbazeke kar a li demê tê tevbigere, li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku gelê me lê ye di karê çand-hunerê de qadên nû biafirîne û bi vî rengî wezîfeya pêşvebirina çand û hunera demokratîk a neteweya demokratîk daniye ber TEV-ÇAND'ê."

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku konfereansê di çarçoveya karên çandî û hunerî de plansaziyeke girîng a çalakiyan diyar kiriye.

LI DIJÎ ZÎHNIYETA KAPÎTALÎST, HUNERA CIVAKÎ

Bi dewamî hate gotin, "Li dijî zîhniyeta kapîtalîst a ku çand û feraseta azadiyê ya sexte belav dike, li dijî populîzm û ezeztiya ku bi rêya hunerê nirxên komunal û exlaqî yên civakê parçe dike, konferansa me ev tespît kir, 'Civakîbûn, sedema hebûna hunerê ye, ezeztî kuştina huner û hunermendiyê ye'. Lewma feraseta populîst, ezeztî û lîberal a modernîteya kapîtalîst red dike û ji bo afirandina rêbaz û feraseta çand-hunera alternatîf a modernîteya demokratîk, divê rêxistinbûn bê xurtkirin û bi re û rêbazên berfireh kar bê kirin."

Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê nêzîkatî û ferasetên şaş ên dûrî ked û manewiyatê, her wiha yên ku nirxên çandî yên gel biçûk dibînin mehkûm kiriye û li ser bingeha xeta felsefîk û îdeolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye ku divê rêbaz û feraseta hunerê ya xwe dispêre hişmendiya çand û hunera demokratîk û şoreşger bê rûniştandin, di vê çarçoveyê de wate û girîngiya dîrokî ya têkoşîna li qada çand û hunerê careke din destnîşan kiriye.

Li gorî encamnameyê, di konferansê de hate ragihandin ku li dijî feraset û zîhniyeta zayendîperest, dewletperest û serdestiya mêr, li dora Îdeolojiya Rizgariya Jinê li qada çand û hunerê divê têkoşîneke çalak û rêxistinbûyî bê meşandin û işaret bi girîngiya pêşengiya jinê hatiye kirin ku di qada çand û hunerê de ya ji bo avakirina civaka zad xwedî roleke mezin e.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku êrişên faşîzma AKP-MHP'ê û hêzên mêtinger hemûyî yên bombekirina Kurdistanê, şewitandina daristanan, xerakirina nirxên madî û mnaewî û dagirkirina her aliyên Kurdistanê, weke nîşaneya şênber a çand û zîhniyeta tecawizkar hatiye pênasekirin û şerê li dijî vê çanda tecawizkar, faşîzmê weke wezîfeyeke pîvanî diyar kiriye. Ji bo parastina van nirxan ku sedema hebûna civakî û mirovahiyê ye, bi biryardariya 'Bes e ji faşîzm, dagirkerî û destavêtinê re' bang li her kesên xwe weke hunermend, rewşenbîr, demokrat, jin, ciwan û mirov dibîne hate kirin ku di têkoşîna xweparastinê ya demokratîk şoreşger de bibin yek û hevkariyê bikin.

LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET WÊ KARÊ ÇAND Û HUNERÊ BI XURTÎ BÊ MEŞANDIN

Di dewama encamnameyê de hate gotin, "Konferansa me biryar da ku li dijî her cûre êrişên şerê taybet bi taybetî êrişên siyasî û îdeolojîk ên li dijî nirxên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, yên li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li dijî weşanên şerê taybet mîna bername û rêzefîlman ên ku şerê azadiyê yê gerîla teşhîr dikin û rastiya şoreşa me ya azadiyê berevajî dikin, li qada çand û hunerê divê têkoşîneke çalak bê dayin, karekî xurt ê çand û hunerî bê kirin ku ev êriş bên pûçkirin.

Konferansa me biryar da ku li dijî sekn û rêbazên ku muzîka gelêrî ya Kurd neçê dike, nirxên çand û hunerê weke amûreke berjewendiyên madî bi kar tîne û di bin navê modernkirinê de dike jiberkirina muzîkên cuda, wê têkoşîneke çalak bê meşandin, ji bo cewhera muzîka Kurdî bide pêş, dewlemendiya wê biparêze, aliyê wê yê zanistî û nasnameya azadîparêz, civakî û têkoşerî bêhtir nîşan bide wê karên perwedeyê û akademîk bên meşandin û bi gelek aliyan karê muzîkê di vê mijarê de bê meşandin.

XURTKIRINA KARÊN ŞANOYÊ

Konferansa me diyar kir ku ji bo karê şanoyê yê ku bi bandora çanda postmodern û populer hatiye lawaz kirin, ji bo bigihêje asta akademîk divê karên pêwîst bên kirin. Bi feraseta 'Her qada civakê dika şanoyê ye' biryar hate dayin ku karên şanoyê bên berfirehkirin û birêxistinkirin.

Li dijî feraseta ku di bin navê dans a modern de folkloera otantîk a Kurd ji rastî û cewhera xwe derdixîne û dike biyanî, divê têkoşîn bê meşandin. Konferansa me li ser vê bingehê biryar da ku nirxên çandî û folklorî yên Kurdistanê hemûyan bi pêş ve bibe, bigihîne paşerojê û li ser vê bingehê bang li her kesî dike ku xwedî li vê wezîfeyê derikevin.

Ji bo xwedîderketina li berhemên helbestvan, stranbêj, ozan û hunermendên Kurd, biryar hate dayin ku bernameyên bîranînê yên çandî û hunerî bên lidarxistin, ji bo nasandin û parastina berhem û mîrateya dîrokî ya civakê, karên cuda yên hunerî bên kirin. Li ser vê bingehê biryar hate dayin ku 2'emîn Konferansa Çand û Hunerê ya Neteweya Kurd bê lidarxistin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Konferansa me ya 7'emîn a TEV-ÇAND'ê gelek biryarên girîng û dîrokî wergirtiye ku ji gelek aliyan ve dikare bersivê bide pirsên li ser karên çand û hunerê û vî karî bi ser bixîne. Perspektîfa rêxistinbûnê û têkoşînê ya tevgera me ya çand û hunerê careke din eşkere û destnîşan kiriye. Bi dirûşma 'Em ê bi ruhê şoreşgerî çand û hunera neteweya demokratîk misoger bikin' biryardariya ji bo xurtkirin û bi ser xistina têkoşînê bi rengê herî xurt destnîşan kiriye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li kedkarên hunera şoreşger û sosyalîst, hêzên welatparêz û demokratîk hate kirin ku li dijî hêzên faşîst û mêtinger di nava têkoşînê de bibin yek û hate gotin, "Konferansa me ku bi rengekî serketî pêk hat, li xebatkarên çand-hunerê û gelê me pîroz be."