'Têkoşîna destanî û parastina neteweya Kurd bi PKK’ê vejiya'

"PKK bi têkoşîna xwe dikarî ew Kurdên hatine perçiqandin bi rêxistin bike û dengê wan bigihîne cîhanê."

Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê li ser salvegera 42’mîn ya avabûna Partiya Karkerên Kurdistan PKK ji ajansa me re axivîn. Gerîlayan destnîşan kirin ku PKK partiyeke şehîdan e û bi têkoşîna Rêber Apo gihiştiye vê astê.

Yek ji gerîlayên HPG’ê Rizgar Welat salvegera avabûna PKK’ê pîroz kir û got, “Di serî de ez salvegera partiya me PKK’ê li Rêber Apo, li gelê Kurd û li hemû kesên demokrat û aşitîxwaz pîroz dikim. 27’ê Mijdarê, roja çand û demokrasiyê ye ya ku li Kurdistanê dest pê kir û belavî cîhanê bû. Îroj PKK bûye tevgereke cîhanî û hemû kesan dît ku ji çi zor û zehmetiyan re derbas bûye û gihiştiye heta vê astê. Ev roj bi ked û têkoşîna Rêber Apo, şehîdên qehreman, gelê welatparêz û hevalên ku heya niha di zindan û çeperan de li ber xw didin, pêk hat”

‘PKK PARTIYEKE ENTERNASYONALÎST E’

Gerîla Welat bal kişand ser asta ku têkoşîna PKK gihîştiyê û wiha got:’Her roj tevlîbûna nav refên PKK’ê zêdetir dibe, bi hêla tevlîbûna ciwanên Kurd ên ji derveyî welat û tevlîbûna enternasyonalîstan zêde dibe. Bi taybet bi şoreşa Rojava, têkoşîna li Şengalê, Kerkûk û Başûrê Kurdistanê naskirina PKK’ê zêdetir bûye û bala her kesî dikşîne. Ji gelên Faris, Tirk, Ereb û neteweyên din ciwan tevlî PKK’ê dibin û ev jî nîşan dide ku PKK azadiyê temsîl dike.

‘PKK RIHÊ NETEWÎ AVA KIR’

‘Bêguman gelek tevgerên Kurdî beriya PKK pêş ketin û hemû xwedî nirxin. Lê PKK bi derketina xwe cudabûna xwe da nîşan dan. Mijara yekemîn netewebûna ku di nav PKK’ê heye. Rast e PKK li Bakurê Kurdistanê ava bû lê xwe li hemû beşên Kurdistanê bi rêxistin kir. Hemû zarava û nirxê Kurdan ji parçeyekî têkoşîna xwe. Rêbertiyeke neteweyî ava kir. Tevgerên Kurd yên berê di asta parçeyekî û asta herêmekê de xwe bi rêxistin kirin. Ji ber vê PKK li ser meseleya neteweyî sekinî, hemû cudahiyên li Kurdistanê, cudahiyên mezhebî, zaravayî û her wekî din wekî dewlemendiyekê nirxand û rihekî neteweyî ava kir.

Mijara din cîhanîbûyîna PKK’ê ye. PKK bi têkoşîna xwe dikarî ew Kurdên hatine perçiqandin bi rêxistin bike û dengê wan bigihîne cîhanê. Heta dikarî sîstemekî ji gelên cîhanê re pêşkêş bike û bibe alternatif ji sîstema Modernîteya Kapîtalîst û xwe wek Modernîteya Demokratîk ragihîne.”

‘BI SED SALAN LI BENDA RÊBEREKÎ BÛN’

Gerîla Welat qala lêgerîna gelê Kurd ya Rêbertiyekî rast û bîrdoziyekî ku xwe bi zanebûna wê çekdar bikin kir û wiha anî ziman, “Bi sedan sal gelê Kurd êşa wê yekê dikşîne ku Rêberekî wan nebûye. Rast e gelek serok derketine lê Rêberekî Kurdan ku êşa gel nav xwe de bigire û bikaribe pêşengtî jê re bike mijareke cuda ye. Ji ber wê Rêber Apo ji bo me fikr e, armanc e, rêber e, mirovekî Kurd e ku ruxmî di zindanê da ye, lê dikarî êşa gelekî û barê wî bigire ser milên xwe û Rêbertiyek rast jê re bike.

Rêber Apo PKK ye, PKK Rêber Apo ye. Rêber Apo gelê Kurd e, gelê Kurd Rêber Apo ye. Rêber Apo hemû mirovên azadîxwaz e, hemû mirovên azadîxwaz Rêber Apo ne. Azadiya Kurdistanê bi erdnîgariya wê, gel û gerîlayên wê bi azadiya Rêber Apo ve girê dayîye. Ji ber em beşek ji Rêber Apo ne.

‘DI ŞOREŞA PKK’Ê DE ROLA HEMÛ KURDAN HEYE’

Ji her demê zêdetir Kurd niha nêzî azadiyê ne. Ji ber em xwedî artêşekê ne ku di parastina gelê Kurd de xwe isbat kirî. Ji ber gelê Kurd di cîhanê de êdî tên nasîn û dostên wan li her derê çêbûne û weke aktorekî siyasî li Kurdan dinêrin. Ne tenê wisa, weke zemînê avakirina sîstemekî nû û jiyanekî demokratik li Kurdan dinêrin. Dema dema têkoşînê ye. Kesên bikaribin rol bileyzin û guhertinê ava bikin ciwan in. Ji ber bang li hemû ciwanan dikim, werin li çiyayên azad di atmosfereke azad de xwe perwerde bikin û aktîv xwe beşdar bibin. Heta ku em welatê xwe azad bikin û Rêber Apo azad bikin, gelê me yê rêxistinkirî jî rolekî wan heye.”

‘RÊBER APO JI HER KESÎ RE HÊVÎ YE’

Gerîlaya YJA STAR Evîndar Zagros jî got, “PKK partiyeke wisa ye ku xwe di nav dilê her mirovekî Kurd xwe bi cih kir. Em gerîlayên PKK’ê ji bo parastina tevahî Kurdistanê di asta fedayî de amade ne, lê îro PKK ne tenê Kurdistan, li cîhanê jî tê naskirin. Nav û dengê PKK’ê bi saya xwîna şehîdên qehreman mezin bûye, ji ber PKK partiyeke şehîdane. Bi 6 kesan dest pê kir îroj bûye milyon. Mezinbûna PKK’ê mezinbûna fikrê Rêber Apo ye ku hişmendiya wî di dilê her zarokekî geş dibe û kenekî li ser rûyê wan ava dike. Ji her xwendekarekî re bûye zanist û felsefe. Ji bo her jinekê re rêya ronahiyê ye û bidawîkirina tarîtiya dîrokê ye.

‘GEL BÊ PKK, PKK JÎ BÊ GEL NABE’

Em ne hezkiriyên şer in, lê îro PKK bi rola xwe ya parastina rewa a gelê Kurd li her derê radibe. Ev bi keda Zîlanan, Heqîyan, Mazlûman û Kemalan hat avakirin. PKK ne tenê ji bo şer ava bûye, li demokrasî, wekhevî, edalet, yekîtiyê digere û wan pêk tîne. Em tenê şerê çekdarî bi rê ve nabin. Di heman demê de yekîtiya Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e û em ji bo wê têdikoşin. Ji ber wê ne gel bê PKK ne PKK bê gel dibe. Berxwedana Cenga Heftanîn, Bakurê Kurdistanê û tevahî Kurdistan bi armanca avakirina yekîtiyê û azadiya Kurdan pêk tên. Têkoşîna PKK’ê ji bo ronîbûna hemû mirovan e. Wê PKK her dem mezin bimîne û bigihêje serkeftinê.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ’

Gerîla Jiyan Rojevîn jî bal kişand ser xurtbûna têkoşîna wan a ku berê xwe daye serkeftinê û got, “PKK bi berxwedanî û tolhildanê gihîşt vê rojê. PKK tevgereke netewî ye, tenê ji bo parçeyekî an jî herêmekê tênakoşe. PKK ji bo gelên bindest û gelên nikarin azadiya xwe bi dest bixin hatiye avakirin. Heya ku Kurd azad nebin wê şerê rewa ya PKK’ê raneweste. Em çawa û ji bo çi dijîn her kes dizane. Ji ber vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin û bigihînin serkeftinê.”