Tekîn: Asta welatparêziya me, pîvana me heval Zekî ye

Li hember êrîşên li ser Şengalê berê xwe da Şengalê ji bo ku li ba gelê xwe be. Çawa ku gerîlla pêşiya qirkirina fizîkî girt, heval Zekî jî di warê siyasî de pêşiya qirkirinê girt.

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Bozan Tekîn di derbarê Şehîd Zekî Şengalî de axivî. Tê zanîn ku şehîd Zekî Şengalî ku yek ji endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû û bi destê dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Tebaxa 2018 de li Şengalê hatibû şehîdkirin.

Bozan Tekîn qala Zekî Şengalî kir û got ku “Di 15’ê Tebaxa 2018’an de dagirkeriya dewleta Tirk bi alîkariya noker û xayînan, heval Zekî şehîd xistin. Hevalê Zekî emrek da vê têkoşînê, doza Kurd, doza Kurdistanê û doza Êzidxanê. Hevalê Zekî mirovekî hebûna xwe li qadekê de diyarker bû û bi nebûna xwe jî diyarker e. Heval Zekî kesayetekî ji rêzê nebû. Çi di nav hevalan de çi jî di nav gel de bi nêzîkatiyên xwe yên ji dil, samîmî, bi bawerî, dilnizmî şopek di mêjî û dilê însan de çêdikir. Ji bo wê jî şehadeta heval Zekî ku îro em di salvegera wê de ne, di nav me de valatiyekê ava dike. Em bawer in ku di nav Êzidxanê, dîsa di nav gelê me yê Êzidî de jî valatiyekê ava dike. Dagirkeriya Tirk Heval Zekî hedef girt, li ser wî plan çêkirin. Ew plan tenê bi rêka dagirkeriya Tirk pêk nehat. Di heman demê de hikûmeta Iraqê ku di wê demê de baş tê bîra me di asta herî jor de hevdîtin kirin û di heman demê hin kesên di nav PDK’ê de ku bi dagirkeriya Tirk re têkîlî dimeşîne, wek sîxurtiya esasî pêk tînin bi rêka wan şehîd ket. Di vê şehadetê de hem tilîya hikûmeta Iraqê hem jî tiliya hin hêzên ku di nav PDKê de ne, heye. Di encama wan têkiliyan de heval Zekî şehîd ket. Min Heval Zekî di sala 2001’an de di meha Gulanê de nas kir. Yanî ev nêzî 17 sal in, min heval Zekî nas dikir. Hin deman me bi hev re kar kir. Dem bi dem nîqaş, perwerde, siyaset, dîplomasî di her milî de nîqaşên me bi hevalê Zekî re çêbû. Di wan milan de danûstandineke me ya germ hebû. Weke temen di nav hevalan de yê herî mezin bû lê belê ewqas însanekî dilnzim bû. Di her qadê de kar kir. Xebatê dîplomasî jî meşand. Dema komîteya dîplomasiyê ava bû heval Zekî rêvebirê wê bû. Di komîteya siyasî de rêvebertî kir. Di Dîwana Serokatiya Ciwanên Kongra Gel de cihê xwe girt. Di heman demê de heta şehîd jî ket Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê bû. Heval Zekî ne însanekî wisa ye ku mirov bi sifatên fermî îzah bike. Ew sifat hebûna an jî nebûna jî ez bawer im jiyana wî, nêzîkatiya wî ya li pirsgirêkan, nêzîkatiya wî ya çareseriyê, nêzîkatiya wî ya gel û hevalan, nêzîkatiya wî ya şehîdan hişt ku heval Zekî bû mirovekî ku mirov lê bigere.

Di dîroka têkoşîna me de hin dîrokên krîtîk hene. Ev dîrokên krîtîk çi ne? Yek; komploya navneteweyî ye. Komploya navnetewî li ser Rêber Apo pêş ket, wê demê jî li ser Tevgera me bandorek çêbû. Gelek însan baweriya wan şikest. Gelek însan tirsiyan û bi paş ve gav avêtin. Gelek însan jî di nav me de man lê belê tenê şopandin ka wê çi bibe. Ne qut bûn û çûn îxanetê, ne jî wek tê xwestin tevlîbûnek çêkirin, xwe tevlî têkoşînê kirin. Sekneke wisa ji rêzê tercîhkirin. Dîroka krîtîk a duyem ku em jî bûn şahid; wek berdewamiya komploya navneteweyî tasfîyegerî û îxaneta ku serkêşiya wê Botan û Ferhat dikir bû. Ew kesên xayîn û ketî di komploya navnetewî ya hundirîn de cih girtin. Hatin û xwestin di hin waran de komployê bi ser bixin. Di Tevgerê de parçebûnekê çêbikin, tevlîhevîyekê derbixin û bi vî rengî komployê bigihînin armanca xwe. Di wê demê de jî hejandineke pir kûr çêbû. Pir însan çûn îxanetê, pir însan kişiyan qalikê xwe, dîsa pir însan tenê şopandin ka wê çi bibe.

HEVAL ZEKÎ HER DEM XWEDÎ SEKNEKÊ BÛ

Heval Zekî di van her du deman de jî xwedî seknek bû. Ne şûnde gav avêt, ne temaşe kir, di navenda vî karî de têkoşîna herî cîddî meşand. Çi ji destê wî hat kir. Ger mirov li dîmenên wan salan binêre bi wî temenê xwe heval Zekî li ser çiya bi çek e. Heval Zekî di akademiya Mazlûm Dogan a Partiyê de di perwerdehiyê de ye. Di civînan de ye. Heval Zekî dîplomat e, di warên navneteweyî kar dike. Heval Zekî ew demên xwe bi têkoşînê derbas kir.

Di pêvajoya komployê de jî hin xayînan xwestin wê pêvajoyê ji bo xwe wek firsendê bi kar bînin. Xwestin di nav wan derfetan de xwe bidin jiyîn. Lê belê heval Zekî li hember van nêzîkatiyan xwedî sekn bû.

Di pêvajoya tasfîyegeriyê de jî heval Zekî xwedî sekin bû. Cih û warê ku van çete û xayînan kar dikir û careke din bi hêzên Başûr re di nav têkilîyekê de bûn ku giranî PDK û YNK bûn û ew îxanet pêş diket. Heval Zekî wê demê li Başûr kar dikir. Li Mûsûlê kar dikir, li Şengalê kar dikir. Wekî din jî li Başûr diçû her derî û dihat. Di nav xebatekê de bû. Mirov dikare bibêje ku wê demê yek kesê ku bê tereddut li hember xeta îxanetê, tasfîyegeriyê sekiniye, di xeta Apogerî de israr kir, hem bi sekna xwe, hem bi jiyana xwe, hem bi têkoşîna xwe xwe îspat kir heval Zekî bû. Rastî hejandineke cîddî çêbû û nîqaşên “Ev Tevger wê hebe an nebe” dest pê kir. Hinek kesan bi eşkere ev dianîn ser ziman. Lê belê heval Zekî bi vî rengî nêz nebû. Berovajî, li hember kesên ku bi vî şiklî nêz bûn helwest nîşan da, têkoşiya. Qada têkoşînê wê demê Başûr bû. Kerkûk bû, Mûsûl bû, Hewler bû, Silêmanî bû. Li Maxmûrê bû. Bi kurtasî li her derê bû. Li her derî jî têkoşîn dimeşiya. Dixwestin li Tevgerê li vê derê bidin windakirin, serê kadroyan tevlîhev bikin û Tevgerê têk bibin. Di serî de heval Zekî, heval Helmet, heval Vîyan ku şehîdên me yî mezin in, mirov dikare bibêje ku wê demê pêşengtiya xwedîderketina Partiyê dikirin li hember tasfîyegeriyê xwedî helwest bûn.

HEVAL ZEKÎ DI SALA 1979’AN DE PARTIYÊ NAS DIKE

Tiştekî din heye ku dihişt heval Zekî di hişê mirovan de şopeke kûr bihêle. Mijareke ku her welatparêz, her Kurd, her jin, her ciwan û her mîlîtan dikare ji xwe re esas bigre. Mijareke pir cûda ye. Dema heval Zekî partiyê nas dike, sala 1979’an e. Wek welatparêzekî ji ber zilm û xîzaniya ku wek polîtîkayeke dewleta Tirk ku li ser gelê me ferz dike, ew jî dikeve ser rêka Ewropayê. Li Elmanyayê dijiya. Zewicî bû. Zarokên xwe hebûn. Di wê demê de heval Zekî wek welatparêzekî partî nas kir, têkilî pêş xist. Piştî demekê ew têkiliyên heval Zekî dibe têkiliyeke profesyonel. Berê hema hema di her qadê xebatê de wek welatparêzekî çi ji destê wî hat kir. Kovar belav kir, alîkarî kom kir, malbat zîyaret kir, bi însanan re nîqaş kir, mîtîng û şahî amade kir, girse kom kir. Yanî her karekî girîng kir. Piştre bi van taybetmendiyên xwe bala her kesî kişand. Hem bala hevalên li Ewropa kişand, hem jî bala gel kişand. Di 12’ê Îlonê de li Tirkiyeyê darbe çêbû. Hêzên leşkerî dest danîn ser desthilatdariyê. Pir însanan berê xwe dan Ewropayê. Wekî Elmanyayê, gelek welatên Ewropayê bûn cihê jiyana rehetiyê. Ji bo hin kesan wisa bû. Ji bo piranî kesan wisa bû. Mirov wê ji bo civakê, ji bo însanên ji rêzê rexne bike, heta astekê însan dikare qebûl bike. Lê belê hin kesên ku navê şoreşgeriyê, navê welatparêziyê, navê sosyalîzmê hatin di navenda kapîtalîzmê de jiyan. Maskeyeke wisa dan ber çavên xwe, zimanekî wisa kirin devê xwe, şiklek wisa dane xwe û bi vî rengî xwestin civaka me bixapînin. Heval Zekî wê demê bi Tevgerê re têkilî pêş xist, wê demê di nav Tevgerê de aktîf bû. Demek şûnde heval Zekî ewqas aktîf bû ku bala dewletên Ewropa jî kişand. Heval Zekî hat girtin. Ji bo vê dozê ket zindanê jî. Zindan ew cih û war e ku baweriya mirovan dikeve îmtîhanê, îradeya mirovan dikeve îmtîhanê. Însan bi doza xwe çiqas girêdaye, însan di doza xwe de çiqas samîmî ye? Zindan ji bo vê ezmûnek e. Heval Zekî di zindanê de jî ji vê ezmûnê jî serkeftî derket. Di milê din de însanên ku di bin dagirkeriyê de jiyane, li ku derê bibin bila bibin, li kîjan welatî bibin bila bibin ji ber ku welat hatiye dagirkirin, siyaset, aborî, zanistî tuneye. Di dest de çi dimîne? Malbat dimîne. Bi malbatên xwe ve pir girêdayî ne. Ev kesayeteke wisa ye ku divê baş lêkolîn li ser werê kirin. Divê jiyana heval Zekî jî baş were lêkolînkirin û werê fêmkirin. Bi qasî ku ez dizanim 7 zarokên wî hebû û yek ji wan zarokên xwe tevlî bû û şehîd ket. Heval Zekî malbat ji xwe re nekir pirsgirêk. Berevaji vî tiştî malbat jî tevlî kir. Malbata wî bi xwe jî kete nav dozê, doz hembêz kir. Diyar e ku heval Zekî tenê bi xwe tevlî nebûye. Malbat jî tevlî kiriye. Hê jî di nav me de heye, însan tevlî me dibin lê belê milekî/ê wan bi malbatê re ye. Yan jî di bin zanebûna wan de her tim malbat heye. Mesela heval Zekî li Ewropa bi malbatê re têkilî nedaniye, bi malbatê re têkoşîn kiriye û malbat hemû qezenc kir. Hemû bi awayekî tevlî bûn. Kurekî wî tevlî bû û şehîd ket, endamên malbatê yên din jî hebû aktîf li gor hêza xwe tevlîbûnek çêkirin.

MALBATEKE DEMOKRATÎK AVA KIR

Malbat dewleteke piçûk e. Ger bi rastî malbat dewleta piçûk be li wê derê şoreş çêbû ew dewlet hat hilweşandin. Di şexsê heval Zekî de ew dewlet hat hilweşandin. Bi rastî malbateke demokratîk, welatparêz ava kir. Dema heval Zekî binirxîne û jê ders derxîne, ji xwe re bike mînak, bi hemû gelê Kurdistanê bide naskirin çi ye? Em niha dinêrin xeta mirovahiyê ye. Behra Spî her roj mijara nûçeyan e. Keştiyên penaberan li vê derî noqî avê bû, 50 kes, 60 kes, 100 kes xeniqîn, jiyana xwe ji dest dan, an jî hatin rizgarkirin. An jî di nav daristanê de qerisîn û bi vî rengî jiyana xwe ji dest dan. An jî di vê rê de li fîlan kampê tecawizî jina hate kirin an jî hatin kuştin. An hin kes hatin firotin. Yanî rojek tuneye ku xebereke bi vî rengî tunebe. Însan berê xwe didin ku derê? Berê xwe didin Ewropayê. Ewropa çi ye? Ewropa koka kapîtalîzmê ye, dayîktî ji kapîtalîzmê re kiriye. Kapîtalîzm li wê derê avabû. Pirsgirêkên niha dinya dijî jî berhemên vê pergalê ye û însan rûxmê vê jî berê xwe didin Ewropayê. Ne tenê Ewropa, Emerîka jî wisa ye, Kanada jî wisa ye. Gelek welatên din wisa ne. Welatên emperyalîst, kapîtalîst bi wî rengî ne. Bala xwe bidinêw hevalê Zekî cihê ku hema însan teng dibe û berê xwe dide, wek hêvîyek dibîne, wek cihekî jiyanê dibîne, xwe naspêre wan deveran. Wî berê xwe da welatê xwe. Ji bo wî awayî pêwîst dike ku heval Zekî wek semboleke welatparêziyê were naskirin û her kes ji xwe re wekî heval Zekî veguheradina malbatê ji xwe re bike esas. Asta welatparêziya me çi ye? Asta welatparêziya me, pîvana me heval Zekî ye.

Sîstema dagirker malbatê pir bi kar tîne. Lê belê heval Zekî nehişt ku bi vî rengî bibe. Pergala modernîteya kapîtalîst xwe wek rizgariyê dibîne. Cih û warê rizgariyê dibîne. Lê belê em binêrin heval Zekî ev jî da aliyekê. Li vê derê di warê helwesta li dijî koka pergalê de heval Zekî kesayetekî radîkal e, kesayetekî şoreşger e û ev tişt bi jiyana xwe îspat kiriye. Em van tiştan ji ber xwe ve nabêjin. Heval Zekî bi xwe radigihîne. Aliyê heval Zekî ku mirov ji xwe re esas bigire û bi her kesî re bide naskirin ew e ku ji xwe re parekê bigrin, jê mînakekê bigrin, hewl bidin ku xwe bigihînin wî.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê bi piştgiriya dagirkeriya Tirk û hêzên din êrîşî Şengalê kirin. Armanc çi bû? Armanc ev bû ku koka ziman û çanda Kurdî, Êzidiyê ji holê rabikin, qirkirinekê li wê derê bikin, yekîtiya wan ji holê rabikin. Pir însanan wê çaxê tê zanîn ku dema çeteyên DAÎŞ ketin Şengalê bi hezaran pêşmerge li wir bûn, xwe li wir bi cih kiribûn. Çawa dengê çeteyan hat, êrîşên çeteyan dest pê kir ev pêşmerge reviyan. Civaka Êzidxanê pişta xwe dabû wan. Digotin; peşmergeyên me hene. Hêviyeke wan hebû. Lê belê wisa lê hat ku wan pêşmerge pişta xwe dan Şengalê, berê xwe dan Hewlerê û reviyan. Ev reveke ji rêzê nîn e. pêşmerge dibe, gerîlla dibe li hember gel berpirsiyar e. Çi şert û merc dibe bila bibe pêwîst e wî gelî biparêzin. Gel ji wan bawer dike. Bi taybet cihekî wek Şengalê, derdora çiyayên Şengalê bi şikeftan hatibû dorpêçkirin. Piştre çi bû? Çeteyên DAÎŞ’ê hatin û hema pê li hev du kirin û reviyan.

HEVAL ZEKÎ DI WARÊ SIYASÎ DE PÊŞIYA QIRKIRINÊ GIRT

Di wê demê de erê gerîla berê xwe da Şengalê lê belê yek ji wan kesên ku berê xwe da Şengalê jî heval Zekî bû. Tehlîke mezin bû? Mezin bû. Qirkirin dihat meşandin, êrîşeke cîddî di rojevê de ye lê belê heval Zekî ev tişt li ber çav jî negirt. Li hember êrîşên li ser Şengalê berê xwe da Şengalê ji bo ku li ba gelê xwe be. Çawa ku gerîlla pêşiya qirkirina fizîkî girt, heval Zekî jî di warê siyasî de pêşiya qirkirinê girt. Di navbera Rojava û Şengalê de, di navbera çiya, Rojava û Şengalê de şev û roj kar dikir, 24 seatan kar dikir. Di vê pêvajoyê de yêk hevalê ku koordîne dikir heval Zekî bû. Di vî karî de rîskeke mezin da ber çavan û kedeke mezin da. Piştre çû Şengalê û di nav gelê xwe de ma. Di nav bajêr de çete hebûn, li jora bajêr jî heval Zekî û gelê me yê Êzidî hebû. Di wê astê de di nav gelê xwe de bû. Jiyana gel çawa bû? Hema dikarin çi ji malê xilas bikin girtibûn cem xwe û di konan de bûn. Sermaya Şengalê jî ne kêm e. Dema çiyayê Şengalê pir berf û baran, tofan de bû heval Zekî di nav civaka xwe de bû. Ne Hewler tercîh kir, ne Silêmanî tercîh kir, ne jî Ewropa tercîh kir. Di nav gelê xwe de, bi êşên gelê xwe re ma, bi êşên gelê xwe re mijûl bû. Lingekî xwe li kampa Newrozê li Dêrîk girêdayî Rojava bû, lingekî xwe li Şengalê bû û bi hemû pirsgirêkan re jî yek û yek eleqedar bû. Ji pirsgirêkên gel, êşên gel, gazî kesî nedikir, ew bi xwe pê re mijûl dibû. Ji bo wê mirov dikare bibêje tam însanekî gel bû, pêşengekî gel, serokekî gel bû. Bi êş û kêfxweşiya gelê xwe re bû. Di sermayê de wê çawa mazot bigihîne, çawa wê benzînê ji jenerator re bigihîne, çawa wê xwarin çêbikin, wê çawa xwarineke germ bigihînin civaka xwe? Bi vî awayî zû bi zû cihê heval Zekî tije nabe. Hin kes hene erê şoreşger in lê belê tarzekî burokrat dimeşînin. Weke burokratekî tevdigerin. Lê belê heval Zekî ne wisa bû. Cihê ku heval Zekî lê bû, li wê derê karê xwe dimeşand me ji nêz ve dît. Heval Zekî çawa dijiya me ji nêz ve dît. Ji tu kesan kesî ne pêşdetir bû, cûdatir nebû. Mirov dikare bibêje kêmtir bû. Li çiya çawa mangayeke me hebû, sobeyeke me ya Eledîn hebû ku me xwe pê germ dikir yê heval Zekî jî ewqas hebû. Bi vî rengî heval Zekî dijiya. Di perwerdehiya şervanan de, di civînan de, di rêxistinkirina gel de rolekî pêşeng lîst. Di civîn û konferansan de roleke xwe yî esasî hebû. Heval Zekî însanekî xwedî bawerî bû. Însanan çima pê îtîmat dikir? Ji ber ku heval Zekî çi digot ew tişt dijiya. Civakê li jiyana heval Zekî dinêrî. Li ser vî esasî bi heval Zekî re bûn yek. Ji perwerdehiya şervanên nû bigire,heta amadekariyên konferansan, bi hêzên cuda re diyalog dimeşand, dîplomasî dikir. Havînê Şengal germ dibe. Dilopek av pirsgirêkeke herî mezin e. Ji temînkirina avê bigire, di zivistanê de ji bo germkirine, ji lîtreyek mazot bigire bi her tiştî re eleqedar dibû. Ji zarokekî bigre, bi însanekî ku cilê wî qetiyabû û ne li gor zivistanê bû bigire heval Zekî ev tişt hemû ji xwe re dikir mesele. Ez vê dubare dikim ji ber ku em bûn şahid; em zivistanê jî çûn cem heval Zekî, em havînê jî çûn cem wî. Bi rastî jî jiyaneke xwe ya perîşan hebû.

Çima bû hedef? Civaka Êzidî civakeke parçebûyî ye. Erê her kes bi ola xwe ve girêdayî ye. Lê belê di nav xwe de pir parçe ne. Bi hêsanî wê nikaribin yekîtiya xwe ava bikin. Bi hêsanî hev qebûl nakin. Hin taybetmendiyên wan ên wisa hene. Ev taybetmendî ne tenê di civaka Êzidî de heye, di hemû gelên bindest de ev wisa ye. Civakên ne azad hemû wisa ne. Civaka Êzidî bi rastî xwe komî ser hev du kir. Di demeke asayî de civak komî ser hev bû. Lê belê dema şer û pevçûnan de, ger şerê qirkirinê li ser mirovan be, di nav wê tirs û xofê de komkirina civakê tiştekî pir pir cuda û zehmet e. Heval Zekî ev ava kir. Ger îro civaka Êzidî li Şengalê di warê jiyana demokratîk , îradebûn, parastin, çand, exlaq, jiyaneke nêzî komûnalîzmê, yekîtîbûyînê de divê em bizanibin ku di avakirina vê jiyanê de kedeke heval Zekî ya pir mezin heye. Heval Zekî bi xwe digot; hin hevalan şer jî dikir, tehlîkeya xwe heye. Wê çi tehlîkeya xwe hebe? Ez yek tehlîke jî nabînim. Tehlîke hebe jî ez jî aîdî vê civakê me. Ez bawer im ev civak wê min biparêze. Xwe û civak kiribû yek. Hizbên cuda ku ji PDK an jî YNK tesîr bûbûn hebûn. Mirov dikare vê bibêje; derveyî çend xayînan heval Zekî di dilê her kesî de cih girt. Em vê çawa dizanin? Gelek kesan piştî şehadeta heval Zekî hat û got; stûna Êzidxanê hilweşiya. Stûna yekîtiya Êzidxanê hilweşiya. Dijmin jî ji bo wê heval Zekî kir hedef. Dagirkeriya Tirk dijmanatiyeke xwe ya pir mezin li hember civaka Êzidî heye. Yek civakeke ku di qirkirinê derbas bûye jî civaka Êzidî ye. Civaka Êzidî her tim behsa 73 fermanan dike. Ma kî ev 73 ferman di serê Êzidiyan de anî? Yên ku piranî pêş xistin Tirk in. Ji bo wê jî li hember xwe careke din rêxistinkirina li ser esasê fikrên Rêber Apo, îradekirina Êzidxanê, gelê Êzidî ku yekîtiya wan çêbibe, çanda wê pêş xistin ji bo dagirkeriya Tirk bû hedefeke mezin. Ji bo wê jî heval Zekî bû hedef. Rol û mîsyona heval Zekî ya ji bo Êzidxanê ew kir hedef. Xwestin civakê bê serî bihêlin. Bi vî şiklî jî wê civak werê rûxandin, wê xwe bi xwe bixwe, herî dawî jî wê xwe tune bike.

Heval Zekî şehîd ket lê belê bi keda ku dayî di civaka Êzidî de zanebûnek çêkir, çandek çêkir. Em binêrin wek wana hêvî kir civaka Êzidî belav nebû, civaka Êzidî îro bi rêveberiya xwe xweser ve, bi hêzên xwe yên parastinê YBŞ û îradebûna jin, ciwan, çand, hûner û aborî ve di asteke bilind de têra xwe dike. Ev îrade derxistin holê. Ji bo wê dagirkeriya Tirk erê xwest heval Zekî qetil bike û civaka Êzidî hîn zêdetir ber bi PDKê ve bibe, lê belê civakê wisa nekir. Civak her ku diçe bi rastiya xwe re hîn bêtir rû bi rû tê. Rastiyan dibîne û hîn zêdetir li ser bîranîna heval Zekî berê xwe dide ser xeta Mam Zekî.”