Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst: Berê me li serketinê ye!

Tabûra Enternasyonalîst şervanên xwe yên şehîd bûne bi bîr anî û got, "Şik û gumana me ji serketinê nîne."

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst (International Freedom Battalion), ji bo şervanên xwe yên enternasyonalîst ên şehîd bûn peyameke nivîskî weşand.

Peyama tabûrê wiha ye:

"Ji şervanên me yên enternasyonalîst ên demeke şoreşa Rojava diparêzin û vê dema dawiyê li eniya Efrînê bûn; Samûel Prada Leon (Baran Galîcîa) ê Spanyayî û Olîver Françoîs Jean Le (Kendal Breîzh) ê Fransayî li Efrînê, her wiha Sjoerd Heeger (Baran Sason) ê Hollandayî li eniya Dêra Zorê di şer de tevlî karwanê nemiran bûn. Hevrêyên me Baran û Kendal li Efrînê di berxwedana dijî êrîşên faşîzma AKP/Qesra Erdogan ên ji bo dagirkeriyê de, roja 10'ê Sibatê şehîd bûn. Baran Sason ê Hollandayî jî 12'ê Sibatê di şerê dijî faşîzma DAÎŞ'ê de li Dêra Zorê tevlî karwanê nemiran bû. Ew, bi mejiyê xwe yê enternasyonalîst û bi dilê xwe yê hêvî, mîna şerê li dijî DAÎŞ'ê li Efrînê jî li ber Erdogan û çeteyên wî rabûn. Li dijî paşverûtiya navneteweyî ku dixwaze berxwedanê bişikîne, wan bi hevgirtina enternasyonalîst bersiva herî bedew dan.

Têkoşîna em ya enternasyonalîst, di her kêliya dîrokê de bi ked, hewldan û wêrekiya hevrêyên mîna Samûel, Olîver û Sjored mezin bûye. Wan dan ser şopa Îvana Hoffman, Reece Hardîng, Mîchael Îsrael. Ew ji têkoşîna Halîl Aksakalan, ji Alper Çakasan, ji Mûzaffer Karademîran hîn bûn. Li dijî dagirkeriya faşîst mêtinger, ji bo parastina şoreşa bindestan têkoşiyan û bi rûmeta xwe mohra xwe li dîrokê dan."

'GOTIN 3 ROJ; BERXWEDANA ME EV 30 ROJ IN MEZINTIR DIBE'

Di peyamê de daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk hatin bibîrxistin ku digotin 'Em ê 3 saetan, 3 rojan Efrînê bi dest bixin' hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku berxwedanê 30 roj li pey xwe hiştiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berxwedana bi rûmet roj bi roj mezintir dibe û wiha hate gotin: "Şik û gumana me ji serketinê nîne. Li ti eniyê, li ti çeperê em rê nadin mêtinger û çeteyên dagirker. Birîndarên me, şehîdên me rêya me ya têkoşînê ronî dikin.

Li dijî êrîşên komkujî û dagirkeriyê yên Erdogan û çeteyên wî, bersiva me wê berxwedan û serketina gelan be. Sekna Avesta Xabûr û hemû şehîdên me yên bi canfedayî tevlî karwanê nemiran bûn, wê di her kêliya berxwedana me de bibe armanca me. Wêrekiya hevrêyên me Baran, Kendal û Baran Sason wê timî rê li ber têkoşîna me ya enternasyonalîst veke.

SERSAXÎ

Em hevrêyên xwe yên ku bi canê xwe şoreşa me û destketiyên şoreşa me parastin û ala enternasyonalîzmê li Efrînê li ba dan, bi rêzdarî silav dikin. Em ji hevalên xwe yên li nava refên YPG Enternasyonal, xizmên şehîdên xwe û gelên xwe re sersaxiyê dixwazin."