Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal serkeftina Reqayê pîroz kir

Tabûra Azasdiyê ya Enternasyonal yekemîn salvegera serkeftina Reqayê pîroz kir û ev peyam da; “Aqûbeta dewleta Tirk û çeteyên wê, wê mîna ya DAÎŞ’ê be.”

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal (EOT) îro tekildarî yekemîn salvegera rizgarkirina Reqayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘MEŞALEYA AZADIYÊ ROJHILATA NAVÎN RONÎ DIKE’

Daxuyanî wiha destpê dike; “Serkeftina Reqayê dawiya çeteyên DAÎŞ’ê ye ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst, paşverûtiya Ereb a mêtînger, çeteyên Îslamî yên politîk û hinek hêzên emperyalîst kom kirî û bi ser xaka Sûriyeyê de şandine. Têkoşîna ku bi pêşengiya YPG-YPJ hatî kirin û Tabûra Azadiyê a me Enternasyonalan ku parçeyek ji vê ye gelê Rojhilata Navîn ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Şoreşa Rojava koletiya li ser gelan parçve kir û agirê azadiyê belavî Cizîrê, Kobanê û Efrînê kir û bi vê ve sînordar nema belavî hemû bakurê Sûriyeyê kir. Êdî meşaleya azadiyê ji erdingariyekî ji Reqa heta Dêra Zorê dirêj e û hemû Rojhilata Navîn ronî dike.”

‘ŞOREŞA EDALETÊ PÊK HAT’

Di daxuyaniyê de şervanên enternasyonal Destan Temmûz, Hsan Alî, Nûbar Ozanyan, Jehat Dîgor û Demhat Goldman ên di têkoşîna li dijî zilma çeteyan de şehîd bûbûn hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin serfiraziya Reqayê ew e ku azadiya jinê xwe bi çekê pêçaye û vîna xwe nîşan daye, hesappirsîna jinan a ji çeteyên faşîst e ku li Şengalê, Rojava jin kuştin û tecawiz li wan kirin, parçekirin wan îdeolojiyan û amûrên desthilatdariya zilam serwer in ku jinan dikin kole.

Her wiha hate gotin ku serfiraziya Reqayê tol û adaleta şoreşger a Êzîdiyan ku ji hêla çeteyên DAÎŞ'ê ve bi hovîtî hatin revandin, a Asûriyan e ku navendên wan ên baweriyê, gundên wan hatin bombekirin, ya zarokên Rojavayî ye ku dahatuya wan ji dest wan hate standin.

'DEWLETA TIRK WÊ NIKARIBE XWE XILAS BIKE'

Herî di daxuyaniyê de Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal got, ''Dewleta Tirk a dagikrer ku rola DAÎŞ'ê ya li herêmê dewr girtî û çeteyên wê yên li Rojava, li Efrîn, Cerablûs, Babê wê aqûbeta DAÎŞ'ê bi serê wê were. Teqez e ku wê hesab bide dada mezlûmên Rojava û Sûriyê.