Sûcên şer: Li Zirganê du kesên sivîl hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker li gundekî bakurê Zirganê du kesên sivîl revand.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin dagirkeran li gundê Hermelê yê Zirganê kesekî bi navê Abdulezîz El Mustafa û birayê wî revand.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo revandina sivîlan ferman daye çeteyên Sikur El Şemal. Tê diyarkirin ku fîdye ji malbatan tê xwestin û aqûbeta gundiyan nayê zanîn.

Di 1’ê Îlonê de li gundê Mosako yê Racoya Efrînê kesekî bi navê Nûrî Nazmî Reşîd Ekaş hate revandin.

Di 31’ê Tebaxê de li Efrînê jî kesekî sivîl hatibû revandin. Çeteyên girêdayî Enqereyê li gundê Yelanqoz ê Cindirêsê Mûrad Reşîd Mihamedê 58 salî revandibû.

Di 30’ê Tebaxê de jî kesekî bi navê Mihemed ê ku li Cindirêsê hatibû revandin ji aliyê hêzên Tirk ên dagirker bi êşkenceyê hatibû kuştin.

Di 2’ê Îlonê de komeke çeteyan a girêdayî dewleta Tirk li gundê El Menkelî yê Girê Spî girtibû ser mala Hemûd Casim El Eyaf ê ku serokê eşîra El Bû Esaf bû, aqûbeta wî nehate diyarkirin.