Sûcên kîmyewî yên dewleta Tirk li NY hate nîqaşkirin

Belgekirina bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk dagirker li Rojava li Netewên Yekbûyî (NY) hate gotûbêjkirin. Banga darizandina dewleta Tirk ku hiqûqa navnetewî binpêkiriye, hate kirin.

Koma Xebata Analîza Perîyodîk a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya lêkolîna karneya Tirkiyê ya mafên mmirovan li Ofîsa NY ya Cenevreyê panêlek lidarxist.

Panêla ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Kurd ya Cenevre, komeleya Mafên Mirovan a Swîsre û Maat For Peace, Development and Human Rights ve hatî lidarxistin, serokê Maat For Peace, Development and Human Rights Parêzer Ayman Okeîl, li ser navê Înîsyatîfa Parastina Rojava Dr. Abbas Mansoûra yê Swîsreyî, Parêzer Hasan Anlar û birayê Zakî Mûbarak ku li girtîgeha Sîlîvrî ji ber ênşkenceya lê hatî kirin rehmet kiribû, Zakarîa Mûbarak weke axaftvan beşdarî panêlê bûn.

PARÊZER OKEÎL: PARASTINÊN TIRKIYEYÊ KÊM E

Di panêlê de destpêkê serokê Maat For Peace, Development and Human Rights Parêzer Ayman Okeîl axivî û wiha got; “Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan her roja diçe giran dibe. Xebatên Konseya Mafên Mirovan a NY ya Tirkiyeyê gelek girîng lê têrê nake. Tirkiye di aliyê mafên mirovan de binpêkirinek cidî didomîne. Rastiyên ku di salên dawî de qewimîn delîlê herî baş yê vê ye.”

Parêzer Okeîl parastina Tirkiye ya têkildarî binpêkirinên mafan ne têrker e û wiha got; “Ti hincetên ku Tirkiye têkildarî van binpêkirinan pêşkêş kirî nayê qebûl kirin. Tirkiye gelek pêşniyarên NY jêre dike dîqat nake yan jî naxwaze dîqat bike. Di vê mijarê de divê bi ser Tirkiyeyê de biçin.”

PARÊZER ANLAR: GIRTÎGEH BI BINPÊKIRINÊN MAFAN TIJÎ YE

Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Swîsreyî Parêzer Hasan Anlar jî bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û wiha got; “Li gorî daneyên Wezareta Edaletê eşkere kirî, di 335 saziyên cezayê înfazê ku kapasîteya wê 220.000 bi giştî 286.000 kes hene. Li gorî van daneyan 56.00 girtî ji kapasîteyê zêdetir di girtîgehan de tê girtin. Ji vana nêzî 11.000 jin, 2.500 zarok in. Hejmara zarokên ku neçar in li gel dayikên xwe bin jî nêzî 780’î ye.”

‘LI BERAMBERÎ HER CÛREYÊ NEHIQÛQIYÊ NE’

Anlar diyar kir ku ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê her sal bi sedan serlêdan li ÎHD’ê tê kirin û wiha got; “Di sala 2018’an de hejmara serlêdana ji bo komeleya me 1423 ye. Girtiyên nexweşiya giran ne bi ambûlansê bi wesayîta rîng dibin nexweşxaneyan. Sewqên girtiyan a ji bo nexweşxaneyê, mafê derketina revînê û gelek mafên din ji destê wan hatiye girtin. Dixtorên nexweşxaneyê bi hinceta ewlehiyê bi awayekî kelepçekirî mûayîneyê li ser girtiyan ferz dike. Di dema sewqkirinê de jî ji aliyê cenderme û endamên polîsan ve heqaret li girtiyan tê kirin û nêzikatiyên şikandina rûmetê tên raber kirin. di odeya mûayîne ya nexweşxaneyê de cenderme jî hene.”

‘LI GORÎ DANEYÊN 2019’Ê 1334 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’

Anlar qala girtiyên nexweş jî kir û wiha got; “Li gorî daneyên Nîsana 2019’an a ÎHD’ê li girtîgehan 458 jê giran bi giştî 1334 girtiyên nexweş hene. Di sala 2019’an de 40 girtî ji ber nexweşiyên giran mirin. Tê zanîn ku ev hejmar zêdetire.”

DIXTOR MANSOÛRA: BIKARANÎNA KÎMYASALÊ HATE BELGE KIRIN

Piştre li ser navê Înîsyatîfa Parastina Rojava Dr. Abbas Mansoûra yê Swîsreyî axivî. Mansoûra bibîrxist ku Înîsyatîfa Parastina Rojava di 10’ê Çileya 2020’an de têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Rojava bikaranî raporek weşand.

Dixtor Mansoûra got ku di raporê de bikaranîna çekên kîmyewî û fosfora spî ku NY û Saziya Qedexekrina Çekên Kîmyewî ya Navnetewî (OPCW) ya ji aliyê dewleta Tirk ve li Rojeva hatiye gotin û ev rapor di heman demê de ji bo OPCW’ê hatiye dayîn.

Mansoûra diyar kir ku di êrîşa 9’ê Çile ya dewleta Tirk a li dijî Rojava, di gelek bombeyan de madeyên kanserojen hebûn û ji ber vê gelek sivîl mirîne û bi giranî birîndar bûne. Mansoûra wiha jî got; “Ev mirin û birîndar bêhtir li Serêkaniyê û Girê Spî çêbûn.”

Dixtor Mansoûra got ku parçeyên ji birîndaran hatine girtin di labaratûvarên nexweşxane yên Ewropayê de hatine lêkolîn kirin û wiha domand; “Di encama van lêkolînan de derket holê ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û hate belge kirin. bikaranîna van çekan raste rast di hiqûqa navnetewî de binpêkirine. Di vê ji ber van sûcên ku dewleta Tirkiye kirî were darizandin.”

‘DIVÊ DI DADGEHÊN NAVNETEWÎ DE WERIN DARIZANDIN’

Herî dawî Dixtor Mansoûra wiha got; “Di hemû lêgerîn û lêkolînên me de derket holê ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikaraniye. Têkildarî vêya delîl û rapor hene. Divê dewleta Tirk ji ber sûcên kirî û sûcên dij mirovahiyê pêk anîn di dadgehên navnetewî de were darizandin.”

MÛBAREK: JI MIRINA BIRAYÊ MIN ERDOGAN BERPISYAR E

Herî dawî birayê Zakî Mûbarak ku hemwelatiyê Mîrnîşînên Yekbûyî ya Ereb bû û li girtîgeha Silîvrî ji ber êşkenceyê mirîbû, Zakarîa Mûbarek axivî.

Mûbarek balkişand li ser binpêkirinên mafan ên li birayê wî hatî kirin û wiha got; “Rayedaran ji min re gotin ku birayê de li Tirkiyeyê bi sûcê avakirina rêxistinê hate destgîrkirin û girtin. Piştre ji mere hate gtin ku birayê te întihar kiriye. Lê rapora tîpa edlî got ku birayê min di encama êşkenceyê de miriye. Têkildarî vêya tevî xebatên me ti encamek me ne girt. Destûr nayê dayîn ku ez bikevim Tirkiyeyê. Tirkiye bi taybet Serokkomarê Tirk Erdogan ji mirina birayê min berpisyar e.”