Siyasetmedarên Elman li dijî qeyûman helwest nîşan dan

Siyasetmedarên Elman û saziyên civaka sivîl li dijî qeyûmên ku anîn ser şaredariyên HDP'ê helwest nîşandan. Wekîlê Partiya Çepgir Mîchel Brandt û IPPNW ji Wezîrê Karê Derve Maas re name şandin û xwestin ku zexta siyasî li rejîma Erdogan were kirin.

Li ser dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li Elmanya ji derdorên cuda daxuyaniyên şermezarkirinê tên. Wekîlê Partiya Çepgir Mîchel Brandt ji Wezîrê Karê Derve Heîko Maas re name şand.

Brand di nameya xwe de diyar kir qeyûm li dijî xala şaredariyên xwecih a Konseya Ewropayê ye ku Tirkiyê sala 1993'yan îmze kiribû. Brandt ku wekîlê Karlsruhe ya Meclîs Federal e, di nameyê de ya ji bo Maas bi bîr xist ku Karlsruhe bi Wanê re projeya şaredariya destûbira îmze kiriye û got, lê piştî ku Şaredarê berê yê Şaredariya Mezin a Wanê Bekîr Kaya hatiye girtin, ev proje hatibû rawstandin. Piştî ku şaredarên nû hatin hilbijartin, projeyê dîsa nû dest pê kiribû û bi Hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan re dîsa peyman hatibû îmzekirin.

SOMMER: QEYÛMA FERFITÎNA DAWÎ YA DÎKTATORIYÊ YE

Ji Eniya Partiya Çepgir jî daxuyaniyek ji hêla parlamenter Hêlîn Evrîm Sommer ve hat. Sommer got, ''Rejîma zextê ku nema ber xwe dibîne, tişta ku bi hilbijartinê nestandiye, bi polîtîkaya qeyûmê dixwazi  bistîne û ev ferfitandinên dawî ne yê dîktatoriya ku êdî hatiye ber hilweşandinê. Li dijî rejîma zextê ku her diçe agresîf dibe, berxwedan bi yek bedenî wê gava herî rast be.''

Sommer her wiha got hikûmeta Elman çavê xwe ji dîktatoriya Erdogan re digire û got, divê hikûmeta Elman prensîbê xwe yên demokrasiyê û mafê mirovvan ji bo berjeweniyên şîrketên çekan nede aliyekî dî.

Li ser navê Koma Partiya Çepgir a Meclîsa Eyaleta Hessenê Saadet Sonmez daxuyanî da, ji peywirê standina şaredarên Kurd şermezar kir û bang li rêveberiya Eyaleta Hessenê kir ku rejîma zextê ya Erdogan protesto bike.

IPPNW'YÊ NAME JI MAAS RE ŞAND

Komeleya Doktorên ku Pêşî li Şerê Navnetewî yê Atomê Digirin û Xwedî Berpirsên Sosyal (IPPNW) jî qeyûmên dewleta Tirk ên li ser şaredariyên Kurd bi tundî şermezar kir, ji bo ku şaredarên Kurd werin ser karê xwe ji Wezîrê Elman Maas re name şand û xwest ku hikûmeta Elman tevbigere.


ROTH: DIVÊ YE Û ELMANYA TEVBIGERIN

Alîkara Serokê Meclîsa Federal Caludîa Roth jî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê bi zimanekî tund şermezar kir û got, ''Biryara qeyûm nîşaneyeke zelal e ku hêmanên dawî yên dewleta demokrasiyê û hiqûqê li Tirkiye çawa bi rengekî sîstematîk tê tinekirin''.

Roth her wiha got argûmana 'terorê'' li Tirkiyê ji bo demokrasî were tinekirin û zext li ser mirovan wre kirin mîna amûrekê tê bikaranîn.

Roth têkilî biryara qeyûm got, ''Ev gav ji bo ku li herêma Kurd rageşî were zêdekirin hatiye avêtin û berê vê gavê lşi hemû demokratên li Tirkiyê ye.''

Roth her wiha got divê Elmanya û Yekîtiya Ewropayê bi rengekî zelal li dijî Erdogan bibin xwedî helwest.