Sewqiyata leşkerî ya ber bi Şengalê ve zêde bûye

Piştî lihevkirina Bexda-Hewlêr-Enqereyê, sewqiyata leşkerî ya ber bi Şengalê ve zêde bû. Di nava 2 rojan de herî kêm 8 hezar leşker û hêzên leşkerî hatin veguhastin.

Piştî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ku di 9'ê Cotmehê de ji bo kontrolkirina Şengalê hate kirin, yekîneyên destpêkê yên leşkerî di 24'ê Mijdarê de hatibûn sewqkirin.

Sewqiyata leşkerî di nava 24 saetên dawî de zêdetir bû. Hikumeta Iraqê îdîa kiribû ku hêza leşkerî ya li Şengalê wê bê guhertin û veguhastina hêzê wê li ser sînor bê kirin.

Lê belê hêzên ku berê hatibûn şandin ji herêmê nehatin derxistin û di ser re yekîneyên polîsan ên nû û hêza operasyonî ya hikumeta federal a Iraqê lê hatin zêdekirin.

'EM HATIN KU LI DIJÎ YBŞ'Ê ŞER BIKIN'

Sewqiyata dawî di şeva 25'ê Mijdarê saet di 23:30'î de dest pê kir.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên xwecihî wergirtiye, di dema veguhastina nîvê şevê de ji Hêzên Asayîşê yên YBŞ'ê re gotine, "Em hatine ji bo li dijî YBŞ'ê şer bikin."

Şahidan diyar kirin ku di nava hêzên ber bi herêmê hatin veguhastin de hin kesên bi Tirkî diaxivin hene.

Hate ragihandin ku hin van pirsîne ku 'Kesê bi Tirkmenî zane heye yan na' û bi vî rengî gotine ku pêwîstiya wan bi wergerekî heye.

ZÊDEYÎ 8 HEZAR LEŞKER HATIN VEGUHASTIN, HÎN JÎ VEDIGUHEZÎNIN

Çavkaniyên ku liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê dişopînin, diyar dikin ku heta niha zêdeyî 8 hezar leşker û polîsên taybet li herêmê hatine bicihkirin.

Heman çavkaniyan ragihandin ku hêza leşkerî ya li herêmê hatiye bicihkirin wê bi du qatî bê zêdekirin.

ARMANCÊN PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ku 23'ê Mijdarê bangeke lezgîn kiribû, ev hewldana nû weke 'Fermana 74'an' pênase kiribû û xwestibû ku her kes li dijî vê bikeve nava hewldanan.

Meclîsa Xweser armanca vê lihevkirinê bi van xalan vegotibû:

""1- Tunekirina îradeya xelkê Êzidî, têkbirina hêzên xweparastinê yên Êzidiyan.
2- Girtina Êzidiyên ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirine.
3- Bi operasyonên li ser malan desteserkirina çekên xweparastinê yên şêniyên Şengalê.
4- Kontrolkirina rêyên navbera bajar, gund, komalgehan, danîna bendên kontrolê û astengkirina çûn û hatina şêniyan.
5- Li gel girtina sînorê Şengalê, dorpêçkirina warên pîroz Çêlmêra, Şêbilqasim Kiçil Laliî û hwd. Bicihkirina hêzên çekdar ên nenas li van herêman.
6- Bi vî rengî Erebên ku destek dan DAÎŞ, bûn sedema revandin, firotin û kuştina Êzidiyan li Şengalê bên vegerandin."