Serdegirtina polîsan a li ser NCKD a Hambûrgê!

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hamûrg (NCKD) ku îro ji aliyê polîsan ve hatibû serdegirtin kilîta derî hate guhertin. Rêveberên NCKD a nerazîbûn nîşanî bûyerê dan gotin: “Cara yekem e ku piştî serdegirtinê kilîda derî tê guhertin.”

NCKD a navenda wê li Hambûrg Steîndam hejmara 62’an e polîsan di saet 05:30’an de avêtin ser avahiyê. Polîsên ku li navendê dest bi lêgerînê kirin,kilîda derî guhertin. Naciye Acar a li medbexa navendê kar dke got: “Saet 09:30’an dema ku min xwest biçim navendê min nekarî derî vekim”, anî ziman ku agahî dane rêveberên navendê. Acar a diyar kir ku kilîda derî guhertine wiha got: “Karkerekî li nêzî komeleyê kar dikir, anî ziman ku di saetên zû yên sibê de 5-6 wesayîtên polîsan hatine ber deriyê komeleyê. “ Acar anî ziman ku hinek deriyên sindoqan hatibûn şikandin, ji ber ku neçûye hundir nizane bê asta ziyanê çiqase.

Li ser hewldanên rêveberiyê polîs hatin ber deriyê navendê, anîn ziman ku eger kilîda berê bidin wê kilîda nû bidin wan. Rêveberê NCKD Turkan Gumuş a nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan da wiha got: “Em vê serdegirtina li ser navenda xwe şemezar û qebûl nakin. Em bê rêya parêzerên xwe şopdarê vê bûyerê bin.” Gumuş anî ziman beriy wê ti hişyarî polîsan nedane, têkildarî bê ka çima kilîda deriyê navenda wan guhertine jî ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Li Hambûrgê di nûçeya ku çapemeniyê de hatî weşandin de tê gotin ku polîsan kesekî ku wêneyên Ocalan li gel bû şopandine û ji bo vê sedemê ser bi komleyê de girtine. Gumuş wiha got: “Em qebûl nakin ku bi vî şêweyî ku sûcek nîne di ser komeleya me de bigrin. Ev serdegirtin berdewama polîtîkayên krimînalîzekirinê ye. Care yekeme ku di serdegirtinê de kilîda derî tê guhertin. Ev tê wê wateyê ku kengê bixwazin dikarin derbasî komeleyê bibin, dikarin kamereyan bi cih bikin an jî tiştek din danin komeleyê.”