Serçeteyê MÎT'ê li Babê mir

Li Bakurê Sûriyeyê şerê di navbera komên çete yên dewleta Tirk de mezin dibe. Fermandarê ûgaya Sûltan Mûrat a MÎT'ê mir.

Şer û nakokiyên navbera komên çete yên OSO ku dewlet Tirk wan xwedî dike, didome.

Piştî êrîşa bombeyî ya li Ezazê ku îro rû da, agahiyek jî ji Babê hat. Li bajarê Babê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, cenazeyê Fermandarê Tûgaya Sûltan Mûrat a MÎT'ê Abdullah Hasan hate dîtin.

Abdullah Hasan Omer ê ji Dêra Zorê û çeteyên pê re di êrîşa dijî Efrînê de cih girtibûn.