Senetorên DYA’yê serdana Minbicê kirin

Heyeta ku ji endamên Senetora DYA’yê pêk tên, serdana Minbicê kirin û li bajar geriyan.

Li gorî nûçeya ANHA’yê dayî, heyeta DYA’yê ku Senetorê Başûrê Carolîna yê Partiya Komarê Lndsey Olîn Graham û endama Senetora DYA’yê Jeanne Shaheen jî di nav de, serdana Minbicê ya ku dewleta Tirk gefa dagirkirinê dike, kirin.

Heyeta Senetor, li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbicê, ji aliyê rêveberên Sivîl a Minbic û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin pêşwazîkirin.

Heyet, li ge Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûk El Maşî, Hevseroka Meclîsa Rêveber Mihemed Şêxo, Serokê Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Îbrahîm El qeftan û Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil li nava bajar guh dan gel.

Heyeta Amerîkî, anî ziman ku ji bo ewlehî û aramniya bajar wê alîkariyên dikin bidomînin.