Gerîlayên sekvan tirsa dilê leşkerên Tirk e

Gerîlaya YJA Starê Şervîn Amanos bal kişand ser bandora xurt a perwerdeya sekvaniyê û got, "Der barê veşartin û çekê de divê mirova şareza bin. Dema çeka sekvaniyê bi kar anî divê mirov wê hîs bikin."

Gerîlaya YJA Starê Şervîn Amanos destnîşan kir ku gerîlayên YJA Starê ji aliyê sekvaniyê ve bi pêş ketine û derbên giran di vî warî de li leşkerên Tirk dixin.

Yek ji taktîkên gerîla sekvanî ye. Gerîlaya YJA Starê Şervîn Amanos diyar kir ku gerîlayên YJA Starê di branşa sekvaniyê de xwe baş bi pêş ve birine û hê bêhtir bûne pispor. Amanos ragihand ku ew bi baldarî perwerdeya xwe dikin, lewma fîşekek bi tenê jî belasebep nateqînin û got, "Bi saya perwerdeyê, em êdî nahêlin ku dijmin serê xwe jî derxîne derve. Dema em diçin keşfê me nabînin. Em wan dişopînin û li gorî vê yekê sekvaniyê dikin."

JI SEKVANIYÊ GELEKÎ DITIRSIN

Şervîn Amanos diyar kir, leşkerên Tirk gelekî ji sekvaniyê ditirsin, lewma guleyan li derdora xwe direşînin û got, "Ji bo sekvaniyê divê mirov di mijara veşartin û çekê de şareza bin. Em hem xwe vedişêrin hem jî bi pisporiya xwe ya li ser bikaranîna çekê bi ser dijmin ve diçin. Ji ber vê yekê nikarin cihê me tespît bikin. Dijmin ewqasî ji sekvaniyê ditirsin ku êdî ji hev jî dikevin gumanan. Bi rêya çalakiyên xwe me cih li dijmin teng kirin. Li wan welê hatiye ku nikarin ji qereqolan derkevin."

JI BO KANASÊ HÎS, HEZKIRIN Û BALDARÎ DIVÊ

Gerîlaya YJA Starê Şervîn Amanos qala çeka Kanasê dike ku bi giranî bi kar tînin: Çekek sekvaniyê ye ku ji aliyê Yekîtiya Sowyetan ve hatiye çêkirin, nîv otomatîk e û menzîl dirêj e. Bi Rûsî jê re dibêjin, (Снайперская винтовка Драгунова; Snayperskaya Vintovka Dragunova (SVD), Tivinga Sekvaniyê ya Dragunov). Gerîlaya YJA Starê Şervîn Amanos dema qala Kanasê dike dibêje, "Ji bo Kanasê hîs, hezkirin û baldarî divê."

Amanos diyar kir ku yek ji taybetmendiyên girîng ên Kanasê jî dûrbîna wê ye û destnîşan kir ku miroveke/î dûrbîna wê baş bi kar bîne yekser li hedefê dixe.