Bi sed hezaran kes tevlî mîtînga HDP’ê ya Amedê bûn

Bi sed hezaran kes herikîn mîtînga HDP’ê ya Amedê. Berî mîtîng destpê bike Qada Stasyonê tije bû.

Di pêşentiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de mîtînga ‘Ameda Mezin’ bi tevlîbûna sed hezaran kes li Qada Stasyonê destpê kir.

Qada mîtîngê ya bi flamayan hate xemilandin, dowîzên bi nivîsên “Jin wê faşîzmê têk bibin”, “Jin,jiyan azadî”, “Navnîşama me ya azadî û wekheviyê HDP”, “Dengê jinan ji azadiyê re” û “Em rê nadin faşîzmê” hatin bilindkirin. Dîsa mîtîna ku rêjeyek zêde jin û ciwan tevlî bibû, dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û “Bi berxwedanê em ê ser bikevin” hatin qîrkirin.

Her wiha endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên ji semta Ofîsê ve ber bi qada mîtîngê ve hatin pankartê ‘Ruhekî em yê tenê degekê heye’ û ‘ Em te nakin serok’ vekirin. Di ketina qadê de polîsan dest danî ser pankart û dowîzan. Di tevahiya meşê de dirûşmên “Li ber xwe bide, HDP li meclîsê ye” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin qîrkirin.

Li aliyê din jinên ku li pêşiya Rrestîj Otelê hatin ba hev bi lêdana erebe û stranan ketin Qada Stasyonê.

Bi sedhezaran welatiyên beriya mîtîng destpê bike Qada Stasyonê tije kirin.

Mîtînga bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir bi coşa sed hezaran dewam dike.