BI DÎMEN

Sê caran koçberî lê hate ferzkirin, lê hêviya xwe ji dest nade

Zeynep Şêxo ku sê caran neçar ma mala xwe biterikîe, vê carê li Hesekê ji bo mala xwe ava bike kedê dide. Lê belê diyar dike ku ew ê warê xwe neterikîne.

ZEYNEP ŞÊXO

Zeynep Şêxo piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2016'an de neçar ma ji Helebê koçî Efrînê bike. Dema ku dewleta Tirk 20'ê Çileya 2018'an dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir Zeynep Şêxo piştî berxwedana 58 rojan cara duyemîn neçar ma koç bike. Zeynep Şêxo hewl da li Şehbayê bi cih bibe, lê belê di 29'ê Mijdara 2024'an de ji ber êrîşên delweta Tirk û çeteyên wê yên SMO careke din neçar ma koç bike. Zeynep Şêxo niha li Hesekê hewl dide ji xwe re jiyaneke nû ava bike.

Zeynep Şêxo ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku koçkirina ji Efrînê ew gelekî êşand. Zeynep Şêxo got, "Me 58 rojan li ber xwe dan, lê belê ji neçarî me koç kir." Zeynep Şêxo bi dewamî got, "Li Şehbayê zêdeyî 6 salan em man. Heta em hînî şert û mercên Şehbayê bûn sal derbas bûn. Ji malbata min tenê kesek dixebite û li gel 5 zarokên xwe hewl didim li odeyekê bijîm. Em ne li pey jiyaneke luks in, yekane tişta em dixwazin aramî ye."

EV KOÇBERÎ WÊ HETA KENGÎ BE?

Zeynep Şêxo got, "Heta kengî em ê koç bikin, malên nû ava bikin, sîstema xwe ya jiyanê ava bikin; ka edalet û wekhevî?"

JI MALBATA WÊ 15 KES ŞEHÎD BÛN

Malbata Zeynep Şêxo ji malbatên din ên li Efrînê ji şer bi bandor bûn cuda nîne. Zeynep Şêxo diyar kir ku ji malbata wê 15 kes şehîd bûn û got, "Hevserê xwişka min li Efrînê şehîd bû, 5 zarok bê bav man. Di êrîşên dawî de birayê min ê 28 salî, hevjîna wî ya 28 salî jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok sêwî man."

RABÛNA LI BER ZOR Û ZEHMETIYAN

Zeynep Şêxo û malbata wê li gel zor û zehmetiyên bi serê wan ve hat jî bal kişand ser girîngiya piştevaniya civakî û got, "Em 5 rojan li Tebqayê man. Piştre hatin Hesekê. Bi alîkariya Rêveberiya Xweser me karîbû jiyana xwe dewam bikin. Niha gelê me seferber bûye. Bi me re ye. Li mala kê çi hebe dide xelkê Efrînê."

Zeynep Şêxo got, ew naxwaze êşa bi serê wan ve hatiye bi serê kesekî din bê û got, "Em ê rojekê vegerin Efrînê û xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Em ê bi berxwedanê mafê xwe bi dest bixin."