Saziyên Êzidiyan: Xwedî li Şengalê derkevin

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar bomberdûmana dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kirin û bang li tevahiya gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî kirin ku dakevin qadan. Saziyan plana çalakiyên îro yên li Elmanyayê jî eşkere kirin.

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê; Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YÊK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ), Navenda Çanda Êzîdxanê (NÇÊ), Koordînasyona Meclîsên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê û Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, li dijî bomberdûmana dewleta Tirk a li Şengalê ku doh li dijî sivîlan pêk anî daxuyanî dan.

Saziyên Êzidiyan dan xuyakirin ku di encama hevdîtinên navbera despotê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî de Êzidî bûne qurban û gotin, "Fermana ku DAÎŞ'ê roja 3'ê Tebaxa 2014'an dest pê kir îro jî di roja cejna vejînê de ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Êzidiyan tê dewamkirin. Dîsa Êzîdî tên borberdûman kirin, dîsa Êzîdî têne kuştin û dîsa pîrozgehên Êzîdiyan têne rûxandin."

Di daxuyaniyê de ev êrîşa hovane bi tundî hate şermezarkirin û bi taybetî bang li Êzidiyan hate kirin ku li ber dagirkeriyê rabin û rê nedin fermaneke din ku li Şengalê rû bide.

Saziyên Êzidiyan gotin, "Em li hemberî van êrîşan bang li kesên pêşverû, demokrat, û dewletên cîhanê dikin ku li ser demokrasiyê tevdigerin: niha em wek civaka Êzdiyan û gelê Kurdistanê li Şengalê bi dîsa bi fermanekê re rû bi rû ne.

Li ser vî esasî em bang dikin li tevaya gelê Kurd ê li cîhanê, li erkên xwe yên mirovahiyê û demokrasiyê xwedî derkevin. Heman demê em bang dikin li hemû Êzdiyên cihanê, taybetî ê li Ewropa û li deverên din dijîn: rabin ser piyan.

Saziyan destnîşan kirin ku ji bo pêşî li fermaneke weke ya Şengalê bigirin, divê ew li qadan bin û banga xwedîderketina li Şengalê kirin.

Saziyan diyar kirin ku divê ew derfetê nedin dewleta Tirk a faşîst ku fermanê li gelê Şengalê rake.

PLANSAZIYA ÇALAKIYÊN ÎRO

Li gorî daxuyaniyê, wê îro li van bajarên Elmanyayê çalakî bên lidarxistin:

BREMEN
Dem: 16'ê Tebaxê
Saet: 16:00
Cih: Pêşiya Parlamenta Bremenê

HANNOVER
Dem: 16'ê Tebaxê
Saet: 18:00
Cih: Hauptbahnhof Hannover

OLDENBÛRG
Dem: 16'ê Tebaxê
Saet: 17:00
Cih: Hauptbahnhof Oldenburg

SAARBRUCKEN
Dem: 16'ê Tebaxê
Saet: 17:00
Cih: Europagalerie li Saarbruecken

BÎELEFELD
Dem: 16'ê Tebaxê
Saet: 17:00
Cih: Hauptbahnhof Bielefeld

BERLÎN
Dem: 16'ê Tebaxê
Saet: 18:00
Cih: Brandenburger Tor li Berlinê

KLEVE
Dem: 16'ê Tebaxê
Saet: 17:00
Cih: Pêşiya Rathaûsê
Kurdistaniyên ji Emmerîch û Weselê jî wê tevlî bibin